Êşkence li girtiyên jin dikin

Jinên ku li Girtîgeha Sîncanê girtî ne, ji tacîzê ta bi tundiyê, binpêkirina mafan vegotin, û diyar kirin gelek cezayê disîplînê didin wan, tedawiya girtiyên bi nexweşiya giran nakin.

Girtiyên jin ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Enqerê dimînin, bi nameyeke ku ji ÎHD’ê re şandin, binpêkirinên mafan vegotin.

Girtiyên jin gotin wan nabin nexweşxaneyan, dema ku dibin jî peywirdar êrîşê dibin ser wan, wan tacîz dikin.

Jinan gotin gelek binpêkirinên mafan hene, 6 qerdiyanan êrîş biriye ser Hevşaredara Şaxê ya Wanê Evîn Keve û ferz kirine ku bi rengekî tazî li ser wan bigerin.

Navên hin girtiyên jin ku êrîş birin ser wan:

Hevşaredara Şax-Wanê Evîn Keve, Revşan Îpek, Dîlber Tanrikulu, Saadet Akin, Sariye Taşkesen, Arjîn Yuksekbag, Bîrnur Yildiz, Elîf Çetînbaş, Suheyla Taş, Zeynep Şipçîk, Rîhan Kavak Ozbek, Demek Resuloglu,Pinar Tîkît, Sîdar Varlı û Dîlan Oynaş.