Jinên ku bi sirûştê re bûne yek hilberandinê didomînin

Li Wanê bi havînê re jin li baxçeyên xwe fêkiyên ku hişk kirin ji bo zivistanî hazir dikin.

Li Wanê jinên ku bi sirûştê re dijîn hilberandinê didomînin. Li navenda Wanê li baxçeyên ku kêm bûne fêkiyên ku şîn tên dibine debara malbatan. Jinên Wanê fêkiyên ku ji darên baxçeyên xwe didin hev, ji bo zivistanî hişk dikin, fêkiyên zêde jî difiroşin û wiha keda xwe li debara malê dikin.

Wan demekê bi şînahiya xwe û baxçeyên fêkiyan dihate naskirin. Gelê Wanê hemû şînî û fêkiyên xwe bi xwe hildiberan. Jinên Wanê  beşek ji şînî û fêkiyê xwe ji bo xwe vediqetand û beşek jê li xizmên xwe belav dikir.

BI DESTESERKIRINA AKP’Ê BAJAR BÛNE BETON

Dîroka bax û baxçeyên Wanê diçe beriya bi 3 hezar salan dema Uraratûyan. Urartû bi baxçeyên ku çandin ji cîhanê re bûbû mînak.

Kurê krala Urartû Argîştî, Sardurî li ser latekî wiha dabû nivîsîn: ‘’Ez Sardurî,kurê Argiştî, min bi bilindahiya Xweda Xaldî baxek danîn. Kî navê vî baxî biguhere an jî jê bidize, bila Xweda Xaldî, Teîşîba, Şivînî û hemû Xweda qira wan bînin, li bin vê rojê’’.’’

Ev bajarê ku bi bax û baxçeyên xwe ji cîhanê re bûbû mînak niha bi polîtîkayên AKP’ê dibe bajarekî betonî.

JIN FÊKIYAN ZIVISTANÎ DIFIROŞIN

Hemû bax û baxçe û parkên ku gelê Wanê pê bêhna xw fireh dikir ji holê hatin rakirin û li şûna wan avahiyên fermî ên dewletê hatin danîn. Şîrketên nêzî AKP’ê jî Wan kirin qada şantiye. Bi destê AKP’ê û qeyûman di nav 2 salan de bajarê Wanê bû bajarê betonê. Di nav van beton û avahiyan de kêm bax û baxçe maen. Li van deran kêm jî be hin darên fêkî hene.

Jinên Wanê fêkiyên ku havînî didin hev ji bo zivistanî hişk dikin. Bi taybetî jî mişmiş didin hev û hişk dikin. Piştî ku heftiyekê li ber tavê dimînin wan didin hev û dixin kîsan. Beşek ji van mişmiş têne xwarin û yên din zivistanî têne firotin. Ev mişmiş her demsalê li gel çayê yan jî wiha hişkirî têne xwarin. Ji van mişmiş her wiha xweşav, şîraniya mişmiş û rîçala wan tê çêkirin.