YPJ li Til Temirê tabûreke nû vedike

Bi zêdebûna hejmara şervanên jin re YPJ amadekariyê dike ku li Til Temirê tabûreke nû ya jinan vedike. Fermandara YPJ'ê Zagros Egîd  diyar kir ku YPJ nasnameya jinên azad e!

Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) amadekariyê dike ku tabûreke nû bi anvê Şehîd Gulan Gulo veke. Ji fermandarên YPJ'ê Zagros Egîd li ser vekirina tabûrê axivî.

Zagros Egîd armanca vekirina tabûra YPJ'ê ya nû wiha anî ziman: "Armanca me ew e; ku em bikaribin rêxistinbûnekê xurt ya şervanên jin ava bikin. Hêz, bawerî û sekneke bi bandor di nav jinên leşker de karibin xurt bikin. Da ku jin êdî xwe bi xwe  bi rêve bibin, biryar û armancên xwe bi îradeya xwe pêk bînin.  Em ê kesayetên mîna Avesta Xabûr, Arîn Mîrkan, Bêrîtan û Zîlanan biafirînin."

'YPJ NASNAMEYA JINÊN AZAD E'

Fermandara YPJ'ê bi dewamî got, "YPJ'ê bi berxwedan, lehengî, têkoşîn û sekna xwe ya bi bandor li Rojavayê Kurdistanê, li tevahî cîhanê deng veda. Bi şerê xwe yê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê asta lehengî û wêrekiya xwe derxist holê. YPJ'ê li Rojavayê Kurdistanê xwe di astekê herî jor de bi rêxistin kir û  ji jinên Rojhilata Navîn re jî bû hêvî. YPJ'ê nasnameya jinên azad e ên wekî Arîn Mîrkan û Avesta Xabûr e."

'RUHÊ SERKETINÊ Û HÊRSA TOLHILDANÊ JI ŞEHÎDAN TÊ GIRTIN'

Zagros Egîd ruhê ku heta niha YPJ'ê têkoşîna xwe  pê mezin kir û hêrsa wan a ku li hemberê dijmin şer dikin wiha anî ziman: "Ruhê serketinê em ê  ji Rêber Abdulah Ocalan bigirin. Di heman demê de ji hevreyên şehîd ku heya dilopa dawî ya xwîna xwe şer kirin û gihiştin  şehadetê digirin. Ruhê serketinê û hêrsa tolhildanê di dilê me de ava dibe."

Zagros Egîd girîngiya perwerdeyê ji bo hêzeke jinê wiha diyar kir: "Divê jin bikaribe dîroka xwe baş bixwîne ku bikaribe paşeroja xwe jî ava bike. Ev yek jî bi perwerdeyê dibe. Her çiqasî ku jinên ciwan werin perwerdekirin, wê hêzeke leşkerî jî ewqasî jî rastiya gelê xwe fêhm bike û rêyên parastina destketiyan biafirînin. YPJ ji bo karibe bibe xwedî sekneke bi bandor pêwîstiya xwe bi perwerdeyê heye."

'AZADÎ BÊ WELAT Û BÊ NASNAME NABE'

Fermandara YPJ'ê li ser asta azadiya jinê  got, "Azadî nayê dayîn, lê tê hîskirin. Di civakê de azadî şaş hatiye fêhm kirin û pênaseya azadiya rast ew e; ku jin xwe ji koletiyê rizgar bike, ji bo azadiya jinên civakê têbikoşin. Eger ez bê welat bim, bê nasname û ziman bim ez ne azad im." 

'YPJ JI JINÊN KU HATINE KOLEKIRIN JINÊN AZAD DIAFIRÎNE'

Zagros Egîd di dawiya axaftina xwe de bang kir: "Divê em hemû jin berê xwe bidin tabûra şehîd Gulan Gulo da ku bikaribin xwe nas bikin. Wateya azadiyê fêhm bikin û bikaribin bibin xwedî sekneke bi bandor di nava civakê de. Jinên Kurd, Ereb û Suryan ferq nake ya girîng ew e ku jin bibin xwedî rol di civakeke azad û polîtîk de."