Xabûr: Êrîşa bi ser rêxistiniya Êzîdiyan de ye

Endama Koordînasyona KJK’ê Dîcle Xabûr ji bernameya Rojeva Jin re axivî û got suîskata li Şengalê êrîşa li ser rêxistiniya gelê Êzîdî û pergala wê ye.

Endama Koordînasyona KJK’ê Dîcle Xabûr got hişmendiya faşîst bi destê xwe dawiya xwe aniye, hemû aboriya xwe li ser şer bike jî ti caran wê nikaribe Tevgera Azadiyê biqedîne.

Dîcle Xabûr ku li bernameya Rojava Jin a Stêrk TV axivî, derbarê rojevê nirxandin kir. Xabûr got êdî Kurd ne yê berê ne ku lîstik li ser werin lîstin.  Xabûr gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ‘civakeke bê parastin mirî ye’ bi bîr anî û got, têkoşîn bi pêşengiya ciwanan û jinên ciwan divê geştir bibe û got, ‘’Her ciwan bi vê hişmendiyê divê serî rake û berê xwe bide çiyayên azad.’’

Xabûr li ser êrîşa suîkastê ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Endamê Koordînasyona Civaka Êzîdî û Endamê Konseya Rêveber ê KCK’ê Şengalî got, ev êrîş her wiha êrîşa li ser rêxistiniya civaka Êzîdî, êrîşa li ser têkoşîna wê û pergala wê ye. Xabûr got êrîş ji hevdîtina dawî ya Ebadî û Erdogan ne bêrî ye û got, ‘’Di serî de gelê me yê Êzîdî, hemû gelê me divê li dijî van êrîşan ne bêdeng be û li her deverê divê derkeve kolanan.’’

FAŞÎZM DAWIYA XWE TÎNE

Xabûr got dewleta Tirk ji hêla aborî, siyasî, leşkerî û dîplomatîk ve ketiye krîzekê, faşîzm her dem bi xwe re krîzên dîtir tîne. Xabûr her wiha diyar kir hişmendiya faşîst bi destê xwe dawiya xwe tîne û got, dewleta Tirk hemû aboriya xwe li ser şer bike jî ti caran wê nikaribe Tevgera Azadiyê bi dawî bike.

Xabûr got peywir û berpirsyariya pêşî ya Tevgera Jinê ew e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla fizîkî ve azad bikin û domand, ‘’Hêza herî mezin a ku wê tecrîdê bişikîne jin in. Bi vê hişmendiyê jin divê têkoşînê geştir bikin, hewce bike divê bi hezaran, bi deh hezaran jin, biçin ber deriyê saziyên berpirs û zextê bikin.’’