Girtiyan ji Tarsûsê sirgunî Qeyseriyê dikin

Jj Girtîgeha Jinan a Tarsûsê 2 jin sirgunî Girtîgeha Jinan a Qeyseriyê kirin.

Sewqên girtiyên jin ên siyasî yên ji Girtîgeha Jinan a Tarsûsê, ji bo Girtîgeha Jinan a Qeyseriyê berdewam dikin.

Hat diyar kirin ku rayedarên girtîgehê beyî ku tu hincetê nîşan bibin, girtî Sînem Oguz û Yazgul Şahîn îro sewqî Girtîgeha Jinan a Qeyseriyê kirin.

Roja 1’ê Tebaxê 17 jinên din ên girtî ji girtîgeha Tarsûsê, sewqî Girtîgeha a Jinan a Qeyseriyê hatibûn kirin.