'Ez ê li ber lîseya Cizîrê cihê xwe bigirim’

Supiye Bulut, ku ew jî yek ji dayikê Şemiyê ya Cizîrê ye û hevserê wê Suleyman Turgut bi ‘kiryar nediyar’ hate kuştin, wê dîsa li ber Lîseya Cizîrê ku bi hinceta Rewşa Awarte ev 3 sal in dihate astengkirin çalakiya xwe bidomîne.

Ji 27’ê Gulana 1995’an ve her Şemî li meydanan xizmên kesên hatine nebedîkirin lêgerîna xwe ya ji bo dadmendiyê û dîtina kujeran didomînin. Ev çalakiyên ku bi salan e li Cizîrê, li ber lîseyê têne kirin ev nêzî 3 salana e bi hinceta Rewşa Awarte dihate astengkirin.

Supiye Turgut (57) ku gavekê jî dev jê neqeriya ku kujerê hevserê xwe Suleyman Turgut bibîne, yek ji van e. Turgut 18’ê Hezîrana 1994’an berê sibehê bi gotina ‘dadgeha wî heye’ ji malê birin û careke dî venegeriya.

JI BO KU PEYWIRA MELATIYÊ DIKIR HATE KUŞTIN

Turgut dibêje beriya ku gundê wan were şewitandin û koçî Cizîrê bikin jî gelek caran leşkerên Tirk hevserê wê destgîr dikirin, carinan bi mehan êşkence lê dikirin û dema ku dihate malê jî bi halekî nîvkuştî dihat.

Turgut li ser karê hevserê xwe dibêje, karê melayekî çi buya yê wî jî ew bû, cenazeyên ku dihatin pêdiviya dînî wî dikir, ‘’Wan salan gelek cenazeyên gerîlayan dihatin gund. Melayên li gundên derdorê jî ji dewletê ditirsiyan. Cenaze nedişuştin, dia nedikirin û cenaze ranedikirin. Hevserê mê ji Xwedê ditirsiya. Wî ev peywir kir. Piştre ew êşkence kirin û piştre kuştin.

Supiye Bulut dibêje 1993’yan wan koçî Cizîrê kriiye û got, li Cizîrê jî êşkence û destgîrkirinê berdewam kiriye, ‘’Ji me weye ku wê dev ji me biqerin. 17’ê Hezîranê berê sibehê bi ser mal de girtin. Hevserê min nimêj dikir. Nehiştin ku kincê xwe jî li xwe bike. Gotin dadgeha te heye û divê em te bibin. Ji wê tirsê em nedifikirîn jî. Me negot 4’ê sibehê dadgeha çi. Di dest wî de gore û bi pîjamayê ew birin. Heta êvara roja dî em man. Ti agahî nehat. Em hemû ditirsiyan. Belkî jî min hîs dikir ku hevserê min hatiye kuştin.’’

‘PARÇEYEK JI QUTIKÊ BI XWÎNÊ’

Turgut dibêje sibeha 19’ê Hezîranê dema ku çûne qereqolê qereqolê ji wan re gotiye, ti agahiya wê ji bûyerê tine û dema ku vegeriyaye jî cîraneke wan qetek ji qutikê hevserê wê yê bi xwînê şandî daye û gotiye û demê fêhm kiriye ku hevserê wê hatiye kuştin. Turgut dibêje hevserê wê birine gundê Erbakê û li wir kuştin, melayê wî gundî jî, weke ku çi kesî wî nebe bi kes û kus veşartiye, ‘’Ne ji bo teşhîsekê û ne ji bo cenaze bistînim destûr nedane min. Ji wî tenê parçeyek qutikê bi xwînê maye.’’

‘EM Ê HESAB BIPIRSIN’

Turgut herî dawî got, ‘’Van salên dawî li malbatên kesên hatine nebedîkriin em li ber Lîseya Cizîrê dihatin cem hev. Çalakiya me hêvî û moral dide. Van 3 salên dawî hatibû qedexekirin bi hinceta Rewşa Awarte. Îro dibêjin, Rewşa  Awarte rakirine. Naxwe em ê jî çalakiya xwe ya li ber lîseyê bidomînin. Bi hevalên xwe re li ser vê mijarê em diaxivin. Di nêz de li ber Lîseya Cizîrê em ê dîsa bi çalakiya xwe hesab ji kujeran bipirsin.’’