Li Krasnodarê tecrîd hate protestokirin

Jinên Kurd yên  li bajarê Krasnodar ê Rûsyayê dijîn tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin. Banga yekîtiyê li Kurdan hate kirin û nerazîbûn li dijî Hikûmeta Başûrê Kurdistanê hate nîşandan.

Li bajarê Krasnodar ê Rûsyayê Jinên Kurd daxuyaniyek dan çapemeniyê û tecrîda girankî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protestokirin.

 ‘FIKARÊN ME ZÊDE DIBIN; DIVÊ HEMÛ KES DENGÊ XWE DERXÎNE

Daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Jinên Kurd a Krasnodarê Dîlber Wekîl ve hate xwendin. Wekîl tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û banga têkoşînê li gelê Kurd kir.

Dîlber Wekîl wiha domand; “Dijminên gelê Kurd ji her çar parçeyên cîhanê li dijî gelê Kurd ketine nava tevgerê û li dijî gelê Kurd polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê didin meşandin. Divê sazî û rêxistinên navnetewî li dijî tecrîda li ser Ocalan bikevin nava hewldanan. Em dixwazin bizanin rewşa tenduristî û ewlehiya Rêberê me di  çi astê de ye. Jiyaneke bê Rêbertî em qet naxwazin, di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de politîkayên şidet û qirkirinê li ser gelê Kurd tê meşandin. Divê hemû Kurd ên li cîhanê dijîn bizanibin bêyî ku Ocalan azad nebe, ew azad nabin. Divê ji bo azadiya Ocalan gelê Kurd yekîtiya xwe pêk bîne.”

LI DIÎ NÊÇÎRVAN BARZANÎ NERAZÎBÛN

Wekîl di dewama axaftina xwe de Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistan û Nêçirvan Barzanî ji ber daxuyaniyên weşandine şermezar kir û wiha got; “Divê Nêçîrvan Barzanî bizane bi Tirkan re nabe dost û ev nêzîkatiya wî em şermezar dikin. Divê Nêçîrvan Barzanî dev ji vê berjewendiya xwe ya madî û îxanetê berde û gelê Kurd wê hesabê vê bipirse. Pirsgirêka gelê Kurd a bingehîn ne DYA, Ewropa yan Rûsyaye îxaneta hundirin pirsgirêka herî mezin e.”

Endama Meclîsa Jinên Kurd a Krasnodarê Dîlber Wekîl wiha axaftina xwe bi dawî kir; “Divê ji bo azadiya Ocalan gelê Kurd çalakiyên xwe bihêztir bike, Kurdistaneke bê Ocalan wê nebe. Qedera gelê Kurd bi qederea Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayîye û divê em têkoşînê geştir bikin.”