Meclîsa Jinan a HDP’ê: Li dijî koalisyona şer em ê xurt bibin

Meclîsa Jinan a HDPê li ser girtina endamên wan helwest nîşan da û got, ‘’Li dijî koalisyona şer a AKP-MHP’ê, li dijî van hemû polîtîkayan, li dijî êrîşên li ser vîna me em jin em ê pişta hev bigirin û xurt bibin.’’

Meclîsa Jinan a HDP’ê li ser rehînkrina siyasetmedarên jin îro daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin polîtîkayên AKP’ê yên bi dijminatiya jinê li hemû qadên jiyanê, li dijî têkoşîna azadiya jinê jî xwe nîşan dide.

Meclîsê operasyona qirkrina siyasî ya duh û sibe ya li ser rêveberên HDP’ê û endamên partiyê ku piranî jin in bi bîr xist, got, ev operasyonên kêf î ne û diyar kir koalisyona şer a AKP-MHP’ê bi êrîşên ser partiya wan dixwaze rûxîna aborî, siyasî ya ku rejîma ‘Yek Zilamî’ ji gelan veşêre.

‘WÊ NIKARIBIN ME ASTENG BIKIN’

Meclîsa Jinan a HDP’ê got, ‘’Li dijî koalisyona şer a AKP-MHP’ê ku bi rehînkrina siyasetmedarên jin dixwaze bibe asteng ku jin neaxivin û nebin, li dijî van hemû polîtîkayan, li dijî êrîşa li ser vîna me em jin em ê pişta hev bigirin û xurt bibin.’’

Meclîsa Jinan a HDP’ê xwest ku endamên wan werin berdan û got, ‘’Tundiya dewleta nêr wê nikaribe jinan bêdeng bike û rola me ya pêşengiya guherîna civakê asteng bike.’’