TJK-E: Li dijî êrîşan em li her derê dakevin qadan

TJK-E'yê li ser êrîşa hewayî ya li dijî Şengalê daxuyaniyek da û got, "Li ku derê dibe bila bibe, em ê bi jinên Şengalê re bin."

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyeke nivîskî da û bomberdûmana bi balafirên şer a li ser Şengalê şermezar kir. Di daxuyaniyê de, di serî de jinên rêxistinbûyî yên li Ewropayê û çar parçeyên kurdistanê bang li hemû mirovên şoreşger û demokrat hate kirin ku li dijî êrîşên qirkirinê li her derê dakevin qadan û bê navber çalakiyan li dar bixin.

Di daxuyaniya TJK-E'yê de hate gotin, "3'ê Tebaxa 2014'an çeteyên DAÎŞ'ê êrîş biribûn ser civaka me ya Êzidî ya li Şengalê û hêzên navneteweyî ev êrîş ji nedîtî ve hatibûn. Civaka me ya Êzidî bi tenê hatibû hiştin û ji ber vê yekê jî komkujî li jin, zarok û tevahiya civaka me ya Êzidî hatibû kirin, hatibûn qirkirin.

Gelê Şengalê ku di nava çar salên bihurî de li cih û warê xwe vegeriya, xweparastin û rêveberiya xwe ava kir, li ser axa xwe ya pîroz jiyana xwe ji nû ve afirand û hewl da birînên xwe bipêçe.

15'ê Tebaxa 2018'an balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li xaka Şengalê barandin û êrîş birin ser sivîlan. Artêşa Tirk a dagirker û nokerên wan divê baş bi vê zanibin; azadiya jin û civaka Şengalê azadiya me ye. Em li kîjan devera cîhanê dibin bila bibin. em ê li cem jinên Şengalê bin.

Bi navê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê, em vê êrîşa faşîst a ji bo qirkirinê li dijî civaka me ya Êzidî hatiye kirin bi tundî şermezar dikin. Em bang li saziyên navneteweyî dikin ku statuya Şengalê nas bikin; di vê çarçoveyê de di serî de jinên me yên rêxistinbûyî yên li Ewropayê û çar parçeyên Kurdistanê em bang li hemû mirovên şoreşger û demokrat dikikn ku li dijî êrîşên qirkirinê li her cihî dakevin qadan û çalakiyan li dar bixin."