Gergerîoglu ji bo jinên girtî yên bihemle kampanya da destpêkirin

Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglu ji bo jinên girtî yên biheml û nû zarok anîn werin berdana kampanya da destpêkirin.

Kampanyaya îmzeyan li ser malpera ‘Change.org’ tê kirin. Gergerlîoglu beriya niha jî mijar bi pêşniyarnameyan anîbû rojevê û  gilhê dadger û dozgeran li Desteya Dadgeran û Dozgeran kir, bi sedema  ku li gorî qanûna bi nimroya 5275’an  biryara berdanê nadibûn.

Gergerlîoglu dibêje heta ku li girtîgehê yek jina bi heml û nû zarok anîn hebe ew ê têkoşîna xwe bidomîne.

Di metna kampanyayê de tê gotin li gorî qanûna bi nimroya 5275’an girtina jinên biheml ku zarokên wan ên ji 6 mehan biçûktir hene qedexe ye.