Jinan li Wanê Komkujiya Şengalê protesto kirin

Jinan li Wanê Komkujiya Şengalê ya bi destê çeteyên DAÎŞ’ê bûyî şermezar kirin.

Pêkhateyên Tevgera Jinên Azad (TJA) li Wanê di salvegera çaran a Qirkirina Şengalê de bi daxuyaniyeke çapemeniyê qirkirin şermezar kirin.

Rêveberên HDP, DBP’ê yên Wanê, parlamenterên Wanê, Nûnerên KCD’ê, dayikên aştiyê û hevşaredarên ku qeyûm hatîn ser şaredariyan di çalakiyê de hazir bûn.

Aktîvîsta TJA’yê Hatîce Akdag daxuyanî xwend. Akdag li ser qirkirina Şengalê ya li ser Êzîdiyan got bi hezaran jin û zarok ji hêla çeteyên DAÎŞ’ê ve hatine revandin, li bazarên koleyan hatin firotin û hê jî bi aqûbeta 3 hezar jin û zarok nayê zanîn.

Akdag bal kişande ser berxwedana jinên Êzîdî û got mirin anîne ber çavan, parastina xaka xwe kirine û Meclîs ava kirin, bi hêza xwe hewl dane ku birîna xwe bipêçin.

Akdag her wiha got piştî Fermanê gelek Êzîdî koçî Bakur kirine. Qeyûman kampên ku şaredariyên DBP’ê ji wan vekiribûn girtine, kirine ku Êzîdî berê xwe bidin deryayan û bikevin destê bazirganên mirovan de û wiha Tirkiyê qirkirineke duyem li ser Êzîdiyan kiriye.

Di dawiya daxuyaniyê de hate xwestin ku 3’yê Tebaxê bibe Roja ‘’Qirkirina Jinê û Têkoşîna Navneteweyî ya Dijî Qirkirinê.’’