Jinan ji ber qetilkirina xwezayê banga bihîstyariyê kirin

Jinan nerazîbûn nîşanî leşkerên Tirk dan ên ku di operasyonê de daristan şewitandine. Jinan diyar kirin ku qetilkirina xwezayê qetilkirina jinan e û banga bihîstyariyê li raya giştî kirin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Platforma Jinên Dîcle Amed, bi armanca nerazîbûnê nîşanî şewitandina daristanan bidin ên ku leşkeran di operasyonê de pêk anîne, li ber Plaza AZC a semta Ofîsê ya navçeya Yenîşerhîr a Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamenterên HDP’ê Salîha Aydenîz, Semra Guzel û Remziye Tosûn, Hevseroka HDP’ê ya Amedê Fîlîz Buluttekîn, Hevseroka DBP’ê ya Amedê Naşîde Toprak û gelek aktîvîstên TJA’yê beşdarî daxuyaniyê bûn. Polîsan dora qadê girtin ya ku ew ê daxuyaniya çapemeniyê lê bihata dayîn û xwestin daxuyaniya çapemeniyê asteng bikin. Ligel astengî û gefên polîsan jî jinan daxuyanî dan û bertekên xwe nîşan dan.

Hevseroka HDP’ê ya Amedê Fîlîz Bûlûttekîn  di destpêkê de axivî û wiha got: “Li herêmê di encama operasyonên leşkerî yên çend mehên dawî de, gelek daristan hatin şewitandin. Duh li gundên çoltera navçeyên Licê û Pasûrê, di encama operasyonan de qadên daristanan bûn xwelî. Li rojavayê Tirkiyeyê, bi armanca rantê xweza tê wêrankirin, li bajarên herêma me jî xweza tê qetilkirin.”

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel li ser navê TJA û Platforma Jinan a Dîcle Amed daxuyanî da. Guzel, diyar kir ku di nava hefteyekê de, li navçeya Pêrtag a Dersimê, li taxên çolterên navçeyên Licê û Pasûr ên Amedê û herêma Omeryan a Mêrdînê şewatên ji ber operasyonên leşkerî rû dan, raya giştî dixe nava fikaran. Guzel, anî ziman ku xwezaya gundî mîna zarokên xwe nirxê didinê tên şewitandin û wiha got: “Hişmendiya ziman û çanda gelê Kurd qebûl nake, tehemûlê darên erdnigariya wê jî nake. OHAL’a hinceta hemû êrîş û tundiyane, di fermiyetê de hat kirin, lê qanûnên 3 salan OHAL’ê daîmî bike derxistin holê. Ji niha de bi awayekê neyînê ev li ser daristanên me jî bandor dike. Em bang li hikûmetê dikin ku dawî li van êrîşên li ser xwezayê bîne.”

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz jî, diyar kir ku di bin navê operasyonên leşkerî de xweza tê talankirin û wiha bertek nîşan da: “Dixwazin gundên me vala bikin û armanc dikin ku Kurdistanê tim bi koçberiyê re rû bi rû bihêlin. Em baş dizanin ku komkujiya xwezayê komkujiya jinê ye. Di serî jin, em bang li hemû raya giştî dikin ku li hemberî polîtîkayên wiha bi hestiyar tevbigerin.”

Piştî axaftinan daxuyanî bi lêxistina çepikan bi dawî bû.