Hunermenda biçûk Derya Osman...

Derya keçeke biçûk e, ji kel û pelên hatine avêtin tabloyên hunerî çêdike û dîwarên li bajarê Silêmaniyê bi rengê jiyanê dineqişîne.

Dema ku  li ser cadeyên bajarê Silêmaniyê  digeriyam çavê min bi keçeke biçûk ket ku dîwarên bajar boyax dike û rengekî nû yê jiyanê diafirîne. Piştî çend pirsan diyar bû ku ev hunermenda biçûk xwedî 700 taboloyan e.

Derya Osman di nava hevalên xwe de weke Derya Art tê naskirin, keçeke bajarê Silêmaniyê û xwendekara dibistana amadeyî ya Silêmaniyê ye. Di temenê 11 salî de eleqeyek mezin a Derya ji bo kişandina wêne heye û dibêje heta niha 700 tablo min xêz kiriye.

Dema ku mirov bi çavekî cuda li wêneyên Derya temaşe dike dibîne ku zêde girîngî daye bi jinan, rengê jin an di nava tabloyên wê de diyar dibe. Derya ji bo ‘Pirsa çima di nava tabloyan de rengê jin zêdetir e’ wisa dibêje; “Di nava civaka me de zêde girîngî nayê dayîn ji bo azadî û hestên jinê, guh nayê dayîn. Ji ber wê min jî xwest di nava tabloyên xwe de dengê bajar û hestê jinan derxînim pêş.”

Yek ji xalên herî balkêş ew e ku hunermenda biçûk Derya hemû tablo û karê xwe li ser ew kaxezên ku ji bo avêtinê hatine hiştin dike û wiha dibêje; “Armanca min ew e ku jîngehê biparêzim, ew kel û pelên ku xelk diavêjin û jîngeha Kurdistanê xirab dikin. Dibe ku bi van kel û pelan ez rengekî din ê ciwan bidin jîngeha welatê xwe.”

Derya dixwaze demê pêş karekî berfirehtir bike, piştî ku xwendina xwe ya li dibistana amadeyî qedand biçe koleja peymangeha hunerî bixwîne. Derya dixwaze pêşangeheke taybet veke û ji bo ciwanan wiha got; “Hûn ciwan in û divê karê ciwan bikin.”