'Divê 3 Tebaxê bibe roja têkoşîna li dijî qirkirina jinê'

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr, bi wesîleya salvegera qirkirina li Şengalê got, "Divê 3'ê Tebaxê weke roja çalakiyê ya navneteweyî ya li dijî qirkirin û qirkirina jinan bê ragihandin."

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr li Navenda Giştî ya HDP'ê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Taşdemî bal kişand ser doza komkujiya 10'ê Cotmehê û got, "Li paytexta Tirkiyeyê li pêş çavên her kesî komkujiyeke plankirî hate kirin. Dadgeh du sal in dewam dike. Ji belgeyên li rûniştina li wê derê derkete holê ku DAÎŞ'ê êrîş nebiriye ser mîtînga aştiyê, lê bi rêya DAÎŞ'ê êrîş hatiye kirin. Ji bo edalet bi cih were divê berpirsyar werin darizandin. Pêvajoya ku 2 sal in dewam dike li ber biryardanê ye. 103 canên me yên hatine kuştin bi rêzdarî bi bîr tînim. Hêviya wan a ji boa zadiyê wê hinceta me ya têkoşînê be."

Taşdemîr êrîşa qirkirinê ya çeteyên DAÎŞ'ê ya 3'ê Tebaxa 2014'an a li Şengalê bi bîr xist û got, "Nebaşiya ku tarîtiya DAÎŞ'ê li vê erdnîgariyê kiriye ne tenê êrîşa li dijî mîtînga aştiyê ye. Ev nebaşî dikare di êrîşên qirkirinê yên li dijî civaka Êzidî de bên dîtin."

Taşdemîr diyar kir ku ew êrîşên li dijî jinên Êzidî hatine kirin weke êrîşên li dijî têkoşîna azadiya jinê dibînin û bi dewamî got, "Ji bo qirkirina jinê neyê dubarekirin, divê têkoşîn bê geşkirin. Me berî 4 salan bangek kiribûn û xwestibûn îro bibe 'Roja têkoşîna li dijî qirkirina jinê'. Em vê banga xwe dubare dikin. Em ê vê rojê li her derêê daxuyaniyê bidin û qirkirina jinê şermezar bikin. Li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe, heta ku jin azad bibin wê têkoŞîna me bidome."

Taşdemîr bal kişand ser jin û zarokên li çemê Merîçê fetisîn û got, "Jin û zarokên li Merîçê fetisîn, wêneyê zilma AKP'ê ye."

Taşdemîr bi bîr xist ku Hevseroka KCD'ê û parlamenter Leyla Guven a ku dîl girtî ye, ji ber ku bi Kurdî stra, mehekê cezayê ragihandinê lê hatiye birîn û got, "Polîtîkayên asîmîlasyonê ku ne kêmî yên salên 90'î ne, li ser kar in."

Dîrayet Dîlan Taşdemîr işaret bi rewşa dayika Sîsê ya girtî jî kir û got, "Yên ku beriya niha rapora 'nabe ku li girtîgehê bê hiştin' dane dayika Sîsê, balkêş e niha hikum dane û dibêjin 'dikare li girtîgehê bimîne'." Taşdemîr got, "Em zanin ku ev biryar bi talîmatê hatiye dayin."