Li Kobanê ji bo azadiya Ocalan pêngav hate destpêkirin

Li Kantona Kobanê rêxistina Kongra Star diyar kir ku wan li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêngav dane destpêkirin.

Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kantona Kobanê, Kongra Star diyar kir ku wan pêngavek dane destpêkirin.

Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveber a Kongra Star Zehra Berkel hate dayîn.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

20 SAL E, TECRÎD HEYE

“Bi navê Kongra Star û hemû jinên herêma Firatê bi dirûşmeya 'Bi rihê berxwedana serdemê ya Efrînê em şoreşa jinê veguherin şoreşa civakê' de em dest bi hemleya sêyemîn ya ji bo azadiya Rêber Apo dikin. Em ê bi têkoşîna jinên azad re ber bi avakirina civakeke exlaqî, siyasî, ekolojîk û demokratîk ve biçin.

Dewleta faşîst nêzî 20 sal in tecrîdeke giran li ser Rêber Apo dide meşandin. Dewleta Tirk di êrîş û dagirkeriya xwe ya li ser xaka Efrînê bi taybet jinan armanc digire û destdirêjiyê li jin û zarokan dike û xwezaya Efrînê têk dibe. Em wekî tevgera jin, em ê li beramberî van êrîşan bêdeng nemînin û bi hemû awayî em ê asta têkoşîna xwe ya siyasî, civakî û leşkerî bilindtir bikin. Planên li ser me tên meşandin çi dibin bila bibin em ê planan pûç bikin.

Li ser vî esasî em ê hemleya tekoşîna jinê bi vî rengî bidin destpêkirin. Hemleya me di 2'yê vê mehê de wê bi meşekê dest pê dike.

Di hemleyê de semîner, sînevîzyonên li ser têkoşîna jinan û Rêber Apo wê bên pêşandan. Bi rihê berxwedana serdemê, bi rihê jina têkoşer, bi rihê jina azadîxwaz, em ê heta azadiya Rêber Apo hemleyên xwe berdewam bikin û azadiya Rêber Apo misoger bikin."

Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Îmraliyê”, “Bê serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.