'Êşa Şengalê di dilê me de ye'

DAKB'ê bi wesîleya salvegera Qirkirina Şengalê daxuyaniyek da û got, "Wêneyê Şengalê ji bo civata Elewiyan ne xerîb bûn. Bi taybetî jinên Elewî êşa Şengalê di dilê xwe de hîs kirin."

Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (DAKB) bi wesîleya salvegera 4'an a Qirkirina Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Bi qirkirina sala 2014'an a li Şengalê re Elewî careke din bi Qirkirina Dersimê ya 1938'an hesiyan."

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser fermana li Şengalê rabû ku gelê xwe li çiyê, jinên ji bo nekevin destê dijmin canê xwe ji dest dan û zarokên ji tîna û nêza mirin. DAKB'ê got, "Ev wêne ji bo civata Elewiyan ne xerîb e. Bi taybetî jinên Elewî ev êş di dilê xwe de hîs kirine."

Di daxuyaniyê de qirkirina li Şengalê hate şermezarkirin û mirovên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî hatin bîranîn.