Pirtûka 'Rojbîna me' li Strasbourgê hate danasîn

Pirtûka 'Rojbîna Me' a Andre Metayer nivîsî li Strasbourgê danasîna wê hat kirin.

Nivîskarê pirtûka 'Rojbîna me' Andre Metayer, li Strasbourgê têkoşîna Fîdan Dogan a mijara pirtûkê ji girseya Fransayî re vegot. Andre Metayer, li ser navê Serokê Rûmetê yê Komaleya Dostaniya Kurdan a Bretonya, pirtûk bi qasî 50 wêneyan daye hev, Dogan wiha da nasîn; 'Têkoşereke ku di her navengê de Têkoşîna Azadiya Kurdan bi rûgeşiya xwe daye nasîn û bi biryardariyeke mezin meşandiye. Matayer got ku, “Ez ê her tim wê bi rûgeşiya wê bibîr bînim.”

Gelek nûnerên sazî û dezgeh, rêxistinên jinan tevlî şeva ku bi pêşengiya Komalaya Jinê ya Zîn a strasburgê û dostên Kurdan ên li Alsasê hatî lidarxistin bûn û axaftin kirin. Hat gotin ku, “divê em li têkoşîna wan xwedî derkevin.”