Ceza dan rojnameger Hulya Emeç

Ji ber nûçeyeke ku rojnameger Hulya Emeç çêkiribû, doz lê hatibû vekirin. Dadgehê 6 mehan cezayê girtîgehê da rojnameger Emeç û Hafîze Tûnûç a ku bûyer jê re ragihandibû.

Di 2014’an de li navçeya Westan a Wanê polîsan 3 caran li ser hev bi ser mala Şefîk Tûnûç (48) de girtibûn. Ji ber vê yekê Tûnûç krîza dil derbas kiribû û jiyana xwe ji dest dabû. Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûn de (KHK) hatibû girtin Hulya Emeç ev rewş kiribû nûçe. Ji ber vê yekê ji Xala 301 a TCK’ê doz li rojnameger Emeç, hevjîna Tûnûç Hafîze Tûnûç, Serokê Lîjneya Rêveberiya Ajansê Zekeriya Guzupek, Midûra Berpirsyarê Karên Nivîsê Dîcle Muftuoglu û Şefê Buroya Wan ê Ajansê Ferhat Çelîk hatibû vekirin.

Rûniştina biryara dozê li Dadgeha Adliyeya Ceza ya Westanê hat dîtin.  Rojnamegerên nav borî beşdarî rûniştinê nebûn. Dadgehê bi hinceta ku sernavê nûçeyê “Dilê wî li ber çeka polîs nekarî li ber xwe bide” teşkîtata emniyetê biçûk xistiye 6 meh ceza li Emeç û hevjîna Tûnûç Hafîze Tûnûç birî. Lê biryara aşkerakirina hikm taloq kir.

Derbarê rojnameger Guzupek, Muftuoglu ve Çelîk de jî biryara beratê da.