TJA'yê ji bo 3'ê Tebaxê bang li Neteweyên Yekbûyî kir

TJA'yê diyar kir ku çeteyên DAÎŞ'ê yên sala 2014'an êrîş birin ser Şengalê, bi pêşengiya jinan hatin têkbirin û bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku 3'ê Tebaxê weke "Roja Qirkirina Jinê û Çalakiya Navneteweyî ya li dijî Qirkirina Jinê" qebûl bike.

Tevgera Jinên Azad (TJA), di salvegera qirkirina Şengalê ya 3'ê Tebaxa 2014'an de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi desteka hêzên emperyalîst û dewletên herêmî yên paşverû, DAÎŞ'ê cih û warê dîrokî yê Êzidiyan; Şengal roja 3'ê Tebaxa 204'an dagir kir.

Di daxuyaniya TJA'yê de hate gotin, "Ji ber ku pêşmergeyên ji ewlekariya herêmê berpirsyar bûn çekên xwe yên giran li pey xwe hiştin û reviyan, li Şengalê qirkirin hate kirin" û hate bibîrxistin ku hîn jî nêzî 3.500 jin di destê DAÎŞ'ê de dîlgirtî ne.

'BI PÊŞENGIYA JINAN DAÎŞ HATE TÊKBIRIN'

TJA'yê destnîşan kir ku DAÎŞ û çeteyên barbar bi berxwedana bi heybet a bi pêşengiya jinan li Kobanê, Şengal, Minbic û Reqayê hatin têkbirin. TJA'yê bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku 3'ê Tebaxê weke "Roja Qirkirina Jinê û Çalakiya Navneteweyî ya li dijî Qirkirina Jinê" qebûl bike.