JIN
Hemû Nûçe
-
Li Cizîrê jinek hate destgîrkirin
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, Bahar Magî ya 50 salî ku biryara girtina wê hatibû dayin, hate destgîrkirin. -
Cansiz, Dogan û Şaylemez li Stûttgartê hatin bîranîn
Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê, ji bo şermezarkirina Komkujiya Parîsê du çalakî hatin lidarxistin. -
Qetilkirina jinên şoreşger li Frankfûrt û Munîhê hatin protestokirin
Li bajarê Frankfûrt û Munîh ên Elmanyayê Qetlîama Parîsê di salvegera 8’an de li pêşiya sefaretxaneyên Fransa hatin protestokirin. -
Qetlîama Parîsê li Saarbrucken, Den Haag û Strasboûrgê hate protestokirin
Li bajarê Saarbrûcken a Elmanya , Den Haag a Hollanda û Strasboûrg a Fransayê bi çalakiyên hatin kirin Qetlîama Parîsê hatin protestokirin. -
3 jinên şoreşger ên Kurd li Bern û Cenevreyê hatin bibîranîn
Li bajarê Bern û Cenevre yên Swîsreyê ji bo 3 jinên şoreşger ên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin çalakiyek hate kirin. -
Qetlîama Parîsê li Munsterê hate protestokirin
Yek ji avakara PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnerê KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) li Munster a bajarê Elmanya yê, di salvegera 8’an a qetîl kirina xwe de, hatin bîranîn. -
Qetlîama Parîsê li Brûkselê hate protestokirin
Çalakî li pêşiya Konsolosxaneya Fransayê ya li Brûkselê hate kirin û qetlîama Parîsê hate protestokirin. -
Li Elmanya ji bo şirketên mezin danîna rêveberên jin wê neçariyeke be
Li Elmanya ji bo rêveberên şirketên ku ji 3 midûran zêdetir e, neçariye ku herî kêm rêveberek jin cih bigire. -
Li Berlînê ji bo darezandina Erdogan îmze hatin komkirin
Li Berlînê jinên Kurd ji bo darezandina Serokkomarê Tirkiyê Tayyîp Erdogan ya ji ber sedema sûcên şer, îmze komkirin. -
6 jinên Kurd ên siyasetmedar li Amedê hatin bibîranîn
Şoreşgerên jin ên Kurd ku li Parîsê û bajarê Silopî ya Şirnexê hatibûn qetilkirin, li Amedê hatin bibîranîn. -
‘Me ne rêhevalên xwe ji bîr kir û ne jî kujerên wan’
Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatibûn kuştin li Hambûrgê hatin bibîranîn. -
Li pêşiya Konsolosxaneya Fransayê ya li Dusseldorfê çalakiya protestoyî
Ji ber salvegera 8'an a Komkujiya Parîsê, ku sê jinên Kurd ên şoreşger li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê çalakiyeke şermezarkirinê hate lidarxistin. -
6 jinên Kurd ên ku hatin qetilkirin hatin bibîranîn
Li Wanê jinên Kurd ên şoreşger ku li Silopya û Parîsê hatibûne qetilkirin hatin bibîranîn. -
Jinên ji KESK'ê: Têkoşîn wê li her cihî mezin bibe
Meclîsa Jinan a Amedê ya KESK'ê bal kişand ser êrişên desthilatdariyê yên li dijî jinan û destnîşan kir ku wê têkoşînê li her cihî mezin bikin. -
Li Berlînê çelenga reş li ber Sefareta Fransayê hate danîn
Li Berlînê Meclîsa Jinana DEST-DAN'ê ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez ku beriya bi 8 salan li Parîsê hatin qetilkirin çelenga reş li ber Sefareta danî û komkujî şermezar kir. -
Anatomiya Komkujiya Parîsê
8 sal di ser Komkujiya Parîsê re çûn. Berpirs hê jî nehatine darizandin. Lêpirsîna nû ya ku 2019'an dest pê kirî, li Ewropayê bi komkujiyê te têkildar toreke berfireh a Tirk dike hedefa xwe. -
Li Şirnexê mirina bi guman a jinekê
Li gundê Akçakûşak ê navçeya Basanê ya Şirnexê, cesedê Keser Eroglû li bîra avê hate dîtin. Têkildarî mirina bi guman a Eroglû lêpirsînê dest pê kir. -
AKD'ê bang kir: 9'ê Çileyê li Parîsê bicivin
AKD'ê şoreşgerên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, bi bîr anî û ji bo meşa 9'ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê kir. -
Şaredariyeke Parîsê posterê Sara, Rojbîn û Ronahî bi avahiya xwe ve kir
Posterê her sê şoreşgerên Kurd ên 9'ê Çileya 2013'an li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, bi avahiya şaredariyeke bajêr ve hate kirin. -
Ajansa nûçeyan NuJINHA'yê dest bi weşanê kir
NuJINHA ku bi pêşengiya Weqfa Çanda Medyayê ya Jinê ava bû, dest bi weşanê kir. Ajans wê bi 5 zimanan weşanê bike û bi biryar e ku bibe dengê jinên li Rojhilata Navîn. -
Gayle Tzemach Lemmon qala şervanên YPJ'ê kir
Nivîskara Emerîkî Gayle Tzemach Lemmon di pirtûka xwe de ya bi navê "The Daughters of Kobani: A Story of Rebellion, Courage, and Justice" qala serpêhatiya şervanên YPJ'ê kir. Pirtûk bû yek ji 12 pirtûkên ji aliyê CNN ve tê pêşniyarkirin. -
Li Parîsê ji bo meşa 9'ê Çileyê afîş hatin daliqandin, belavok hatin belavkirin
Li paytexta Fransa Parîsê, ji bo çalakiya ku wê di salvegera komkujiya 9'ê Çileyê ya Parîsê bê lidarxistin, afîş hatin daliqandin, belavok hatin belavkirin. -
Li Kocaeliyê jinek hate qetilkirin
Li Kartepe ya Kocaeliyê, jina bi navê Sevda Kosecik ji aliyê hevjînê xwe Îsa Kosecik ve hate qetilkirin. -
Ji bo HDP’iyên girtî lêpirsînên nû vekirin
Hevseroka berê Fîgen Yuksekdag jî di nav de ji bo dîlgirtiyên siyasî yên HDP’ê lêpirsînên nû vekirin. -
SKB Fransa: 9'ê Çile li Parîsê em komî ser hev bibin
Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Fransayê (SKB) ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez ku beriya bi 8 salan 9'ê Çile li Parîsê hatin qetilkirin bana meşa li Parîsê kir.