‘Me ne rêhevalên xwe ji bîr kir û ne jî kujerên wan’

Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatibûn kuştin li Hambûrgê hatin bibîranîn.

Yek ji avakara PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnerê KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ên li Parîs a paytexta Fransayê hatibûn kuştin, li bajarê Hambûrg a Elmanyayê hatin bibîranîn.

Endamên Meclîsa Jinan a Rojbînê ya Hambûrgê çelengeke reş û dosyeyeke derbarê qetlîamê danîn ber Konsolosxaneya Fransayê. Jinan li ber deriyê konsolosxaneyê pankarta ‘Sakîne Cansiz û rêhevalên wê di têkoşîna jinan de dijîn’ vekirin.

Nûnera meclîsê Hatîce Kaya daxuyanî da û got, “Me ne rêhevalên xwe ji bîr kir û ne jî kujerên wan.”