Ajansa nûçeyan NuJINHA'yê dest bi weşanê kir

NuJINHA ku bi pêşengiya Weqfa Çanda Medyayê ya Jinê ava bû, dest bi weşanê kir. Ajans wê bi 5 zimanan weşanê bike û bi biryar e ku bibe dengê jinên li Rojhilata Navîn.

NuJIHNA bi pêşengiya Weqfa Çanda Medyayê ya Jinê ku li Swêdê ye ava bû. Ajansa ku dest bi weşanê kir wê bi zimanên Erebî, Farsî, Kurdî, Tirkî û Îngilizî weşanê bike. Ajansa nû ya jinê ji vê navnîşanê dikare bê şopandin: https://jinhaagency.com/tr

Di daxuyaniya NuJINHA'yê de hate ragihandin ku ew dixwazin bibin dengê jinên li Rojhilata Navîn û serpêhatiya ajansê hate vegotin:

"Li warê ku gavên destpêkê timî ji aliyê jinan ve hatiye avêtin, li Rojhilata Navîn serhildana jinê mîna gula berberojkê ji nava xakê hêdî hêdî şîn dibe û berê xwe dide rojê yanî ronahiyê.

Têkoşîna mûezem a jinan li vê xakê û li gelek deverên cîhanê ji jinan re dibe ronahî.

Ji bo paşeroja ku bi destê xwe afirandine bêhtir bê dîtin, ji bo karibin xwe bigihînin jinên li her devera cîhanê yan jî pêwîstiya bi piştevaniyê careke din jin li hev civand.

Rojnamevanên jin ku xwe ji danhevî û tecrûbeyên xwe xwedî dikin, ji bo rastiyê û zimanekî nû bi rê ketin.

Jinên ku li malê, li kargehan her roj keda wan tê xwarin, li taxan, malan, kargehan nasnameya wan a karkerî, hunermendî, akademîsyeniyê tune tên dîtin, jinên ku her tim tundî li wan tê kirin, dengê wan êdî ji sînoran jî wê derbas bibe.

Li nava NuJINHA jî jinên ku li pey rastiyê ne, wê li dijî her cûre ziman û qalibên zayendîperestiyê, 'ya heyî' ku jin di navenda wê de ye bi rengekî şênber, bi nûçe û rêze nivîsan radixe ber xwendevanan.

Bi zimanên Erebî, Farsî, Kurdî, Tirkî û Îngilîzî, çîroka her jinê, bêyî cihêtiya ziman, ol û nijadê, wê bi yekîtiyeke xurt bên vegotin.

Bi pêşengiay Weqfa Çanda Medyayê ya Jinê ya li Swêdê, jin wê rastiya jinbûyînê li rûpelên xwe parve bikin.

Rojnamevanên jin weke ajanseke nû ketin ser vê rêyê. NuJINHA amade ye ku li rawestgehên cuda yên Rojhilata Navîn xwe bigihîne jiyana jinan û guhertina li jiyana wan ragihîne."