Qetlîama Parîsê li Saarbrucken, Den Haag û Strasboûrgê hate protestokirin

Li bajarê Saarbrûcken a Elmanya , Den Haag a Hollanda û Strasboûrg a Fransayê bi çalakiyên hatin kirin Qetlîama Parîsê hatin protestokirin.

Xwepêşandanên protestoyî ya qetlîama Parîsê ya li Ewropayê didome.

SAARBRUCKEN

Li bajarê Saarbrucken a Elmanyayê li pêşiya Sefaretxaneya Fransa qetilkirina Sara, Rojbîn û Ronahî hate protestokirin. Di çalakiyê de heyetek li ser navê çalakvanan bi rayedarên sefaretxaneyê re civiya û piştre bi dirûşmên ‘Sara, Rojbîn, Ronahî’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ çalakiya xwe dawî kirin.

DAN HAAG

Li Den Haag a Hollandayê jî li pêşiya Sefaretxaneya Fransa çalakiyek ji aliyê Meclîsa Jinan a Ronahî ve hate kirin. Jinan daxwaza ronîkirina qetlîamê kirin, destegula reş ku wêneyên her sê jinên şoreşger li ser danîn pêşiya sefaretxaneyê. Li vir aktivîst Sûltan Oger axivî û diyar kir ku hedefkirina sê jinên şoreşger ên Kurd hedefkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê ye.

STRASBOÛRG

Li bajarê Strasboûrg a Fransayê jî Tevgera Ciwanên Şoreşger û TEKO-JIN li ser Qetlîama Parîsê standa agahdarkirin vekirin. Stand li Qada Kleberê danî û posterên Sara, Rojbîn û Ronahî li qadê hildan û mûzîk hatin guhdarkirin. Li standê bi Elmanî û Fransî daxuyanî hatin dayîn. Li aliyê din bal kişand ser grevên birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Bang hate kirin ku tevlî çalakiya ku wê 9’ê Çileyê li pêşiya Gara Place de Le a Strasbûrgê bibin.