Li Akdenîzê li dijî desteserkirinê meş hat lidarxistin
Li navçeya Akdenîzê gel li dijî desteserkirina şaredariyê meşiya û peyama, “Berxwedanê” dan.
Li navçeya Akdenîzê gel li dijî desteserkirina şaredariyê meşiya û peyama, “Berxwedanê” dan.
Bertekên li dijî binçavkirina Hevşaredarên Akdenîz a Mêrsînê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan û endamên Meclîsa Şaredariyê didomin. Berxwedana gel a li pêşiya Şaredariya Akdenîzê ya di bin dorpêça polîsan de, heta saetên şevê berdewam kir.
Gel li navçeya Akdenîz û Torosê meşiyan û dirûşmeyên “Akdenîz ya me” berz kirin. Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê yê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Mehmet Ruştu Tîryakî, Parlamenterên DEM Partiyê Alîz Bozan û Bûrcûgul tevlî meşê bûn. Di meşê de banga tevlîbûna çalakiya sibe bê lidarxistin hat kirin.
Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan anî ziman ku ew çawan di 31’ê Adarê de xwedî vîna xwe derketine wê dîsan derkevin û got: “Gelê Wanê çawan xwedî vîna xwe derket, wê gelê Akdenîzê jî xwedî li vîna xwe derkeve. Em bang li her kesê dikin ku sibe di saet 10.00’an de li ber avahiya şaredariyê bicivin û xwedî li vîna xwe derkevin.”
Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê yê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Mehmet Ruştu Tîryakî diyar kir ku ew ê li hemberî vê bêdeng nemînin û got: “Em li kolanan li ber xwe didin û em ê berxwedana xwe bidomînin. Em ê sibe di saet 10.00’an de li ber şaredariyê dest bi nobetê bikin. Em ê li ber xwe bidin û rê nedin ku şaredariyên me bên desteserkirin.”