Gayle Tzemach Lemmon qala şervanên YPJ'ê kir

Nivîskara Emerîkî Gayle Tzemach Lemmon di pirtûka xwe de ya bi navê "The Daughters of Kobani: A Story of Rebellion, Courage, and Justice" qala serpêhatiya şervanên YPJ'ê kir. Pirtûk bû yek ji 12 pirtûkên ji aliyê CNN ve tê pêşniyarkirin.

Qenala televîzyonê ya Emerîkî CNN'ê ji bo 6 mehên pêşî yên sala 2021'ê pirtûkên ku wê bên weşandin û edîtorê wê Brandon Griggs jî wan ji bo xwendinê pêşniyaz dike, dide nasîn. 

Yek ji van pirtûkan jî li ser şervanên jin ên Kurd ên li Kobanê şerkirî ye.

Pirtûka bi navê “The Daughters of Kobani: A Story of Rebellion, Courage, and Justice (Keçên Kobanê: Serpêhatiyeke Serhildan, Wêrekî û Edaletê)" de danasîneke di encama çavdêriyên nivîskarê Gayle Tzemach Lemmon heye.

Nivîskarê Gayle Tzemach Lemmon, beriya niha pirtûkên weke "Ashley’s War (Şerê Ashleyê)" û "The Dressmaker of Khair Khana (Terziyê Xeyr Xanayê)" nivîsî bûn û di her du pirtûkan de jî wê behsa jinên leheng dikir. Jinên ku li dijî cinsiyetperestiyê û zexta civaka xwe li ber xwe didan û têdikoşiyan.

Nivîskarê ev emelê xwe neguherî û di vê pirtûkê de jî behsa şervanên YPJ'ê dike ku li Kobanê li dijî DAÎŞ'ê ê şer kirin û DAÎŞ têk birin.

Çav li rê ye ku filmek li ser şervanên YPJ'ê ku xwe bisipêre vê pirtûka wê, di demeke nêz de li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê bê çêkirin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka