BI DÎMEN

Nobeta li Bendava Tişrînê didome

Çalakiya nobetê ya li Bendava Tişrînê di roja 3’yemîn de didome.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jî li dijî van êrîşan li ber xwe didin. Êrîşên ser Bendava Tişrînê di roja 33’yemîn de didomin. Bi hezaran kesên ji kantonên Cizîr, Reqa, Tebqa û Firatê berê xwe dan bendavê jî di roja 3’yemîn de nobeta xwe didomînin. Îro jî bi sedan şêniyên Hesekê, Til Temir, Zirgan, Dirbêsiyê, Amûdê û Şedadê yên Kantona Cizîrê gihîştin bendavê û tevlî çalakiya nobetê bûn.

Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê ji 8'ê Kanûna 2024'an ve ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi balafirên şer û bêmirov û ji aliyê çeteyên wê ve bi topan û êrîşên bejayî, tên hedefgirtin.

Girêdayî wê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hişyarî ji hilweşîna bendavê û pêkhatina kareseteke mirovî û ekolojî da.