Li Parîsê ji bo meşa 9'ê Çileyê afîş hatin daliqandin, belavok hatin belavkirin

Li paytexta Fransa Parîsê, ji bo çalakiya ku wê di salvegera komkujiya 9'ê Çileyê ya Parîsê bê lidarxistin, afîş hatin daliqandin, belavok hatin belavkirin.

Bi wesîleya salvegera Komkujiya Parîsê ku di 9'ê Çileya 2013'an de ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hatin qetilkirin, ji bo meş û mîtînga 9'ê Çileyê bê lidarxistin afîş hatin daliqandin, belavok hatin belavkirin.

Meclîsên Kurdan li Parîsê û hemû banliyoyên wê nêzî 10 hezar stîcker, afîş daliqandin û belavok belav kirin. Ji bo meş û mîtînga 9'ê Çileyê banga tevlîbûnê kirin.

Her wiha li navenda Parîsê û banliyoyên Drancy û Vîllîers-le-Belê jî bi rêya projeksiyonê sînevîzyonên li ser jiyana Cansiz, Dogan û Şaylemez nîşan dan.