Cansiz, Dogan û Şaylemez li Stûttgartê hatin bîranîn

Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê, ji bo şermezarkirina Komkujiya Parîsê du çalakî hatin lidarxistin.

Komkujiya Parîsê ku di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), endama KNK'ê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) hatin qetilkirin, ji aliyê ciwanan ve bi du çalakiyan hate şermezarkirin.

Ciwanan di salvegera komkujiyê de pankart daliqandin û bi dûyê rengîn û dirûşman komkujî şermezar kirin.

Êvara heman rojê ciwanan çalakiyeke bêîteatiya sivîl li dar xistin û rê li trafîkê girtin. Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Sakîne Cansiz hatin hildan.

Ciwanan dirûşmên "Sara, Rojbîn, Ronahî", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî Serok Apo" qîriyan û dawî li çalakiya xwe anîn.