Tevî êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî, moralê şervanên QSD-YPJ’ê li ser me bandoreke cuda û mezin dide avakirin.
Di tunelên şer a berxwedanê de bi her gava ku em diavêjin, em dibin şahidê dîmeneke cuda ya berxwedana dîrokî û çîrokên zindî yên ji berxwedana mezin
Ferzad Stêrk yek ji berxwedêrên tunelên şer e. Şervanê QSD’ê Ferzad Stêrk di tunelên şer de her roj tê pêşiya me û em rastî hev tên. Ne pêkan e ku mirov di tunelên şer a berxwedanê de be û şervanê QSD’ê Ferzad Stêrk nebîne. Ji ber ku Ferzad Stêrk pir bi tevger e. Ew peywirdarê beşeke ji lojîstîk û cebilxaneya berxwedaniya bendava Tişrînê wergirtiye li ser milên xwe. Ji ber beşa xwe ya erkdariyê, di nav rojê de tenê di demên diyarkirî de bêhna xwe dide. Ji derveyî wan çend demjimêran jî her li ser piya ye, di tevgerînê de ye. Pêdiviyên lojîstîk û cebilxaneya şervanan amade dike û bi vî awayî digihîne çeperên şervanan.
DI PÊNGAVÊN DÊRAZOR Û HOLÊ DE CIH GIRT
Her careke ku em şervanê berxwedêr bendava Tişrînê Ferzad Stêrk dibînin, di derbarê wê de hinek tiştên nû dibihîsin. Her wiha hêjayî bîr xistinêye, Ferzad Stêrk di nav şer û pêngavên Dêrazor û bajarê Holê de jî cîh girtiye. Tecrûbeya wî di hêla şer û pêngavan de zêde ye.
Dema mirov xebat û jiyana Ferzad Stêrk dişopîne, mirov dibîne ku ew xwe di hêla xebatên leşkerî, pêwîstiyên çeperên şer de kûr kiriye. Çend sal bêriya niha ji çavekê xwe birîndar bûye. Ew birîndariya wî bûye sedem ku çaveke xwe winda bike. Tevî ku tenê çaveke wê dibîne bi israr û ezîma xwe beşdarî berxwedana bendava Tişrînê bûye. Ji roja destpêkê a berxwedaniya dîrokî heya roja me ya îro jî bi moral, motîvasyon û berpirsiyartiyeke mezin re pêdiviyên tevahî çeperên berxwedanê pêk tîne.
‘BI PÊŞWAZÎKIRINA PÊWÎSTIYÊN HEVRÊYÊN XWE ŞAD DIBIM’
Ferzat Stêrk ku yek ji berxwedêrên fedaî ya berxwedana Tişrînê ye, dema ku tiştên pêwîst a şervanan belav dike, ji moraldayina şervanên QSD-YPJ’ê yên di çeperan de weke erkekî manewî ya hevrêtiyê ji xwe re esas digre. Bi giştî di Bendava Tişrînê de kesek nîne ku şervanê QSD’ê Ferzad nedîtibe û ji wê bandor nebûbe.
Ferzad Stêrk, ked û xebata xwe bi van gotinan tîne ser ziman: ‘’Dema ez, pêwîstiyên hevrêyên xwe pêktînim û digihînim wan pir kêfxweş û şad dibim. Kêfxweşiya hevrêyên min, di heman demê de kêfxweşiya min e. Gihandina erzak û cebilxaneyan ji hevalan re tevahî westandina min, dide derbas kirin. Ji lewra ez wê wextê xwe zêdetirîn bi hêz hîs dikim. Her careke ku min cebilxaneyan gihandiya hevalan, ew derbeyan li çeteyên hov dixin. Wê demê ez dizanim ku keda min rolê xwe lîstiye û xwe gihandiya armanca xwe.’’