Li Elmanya ji bo şirketên mezin danîna rêveberên jin wê neçariyeke be

Li Elmanya ji bo rêveberên şirketên ku ji 3 midûran zêdetir e, neçariye ku herî kêm rêveberek jin cih bigire.

Li gorî pêşnûme qanûna ku roja Çarşemê ji aliyê hikûmetê ve hate pêşkêşkirin, wê li desteya rêveberiya şirketên ku para wan di borsayê de heye, hebûna jinê bê neçarîkirin.

Li gorî pêşnûmeya ku divê ji aliyê parlementeran ve bê erê kirin, divê di desteya rêveber a şirketên Elman ku herî kêm sê midûrê wê hene, herî kêm jinek cih bigire.

Wezîferdarkina jinan wê ji bo desteyên rêveberiya şirketên para wê li dewleta Elman û dîsa gelek saziyên civakî hene neçarî be.