3 jinên şoreşger ên Kurd li Bern û Cenevreyê hatin bibîranîn

Li bajarê Bern û Cenevre yên Swîsreyê ji bo 3 jinên şoreşger ên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin çalakiyek hate kirin.

Li pêşiya Sefaretxaneya Fransa ya li bajarê Bernê Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) di salvegera şehîdbûna xwe de bi çalakiyekê hatin bibîranîn.

Çalakî bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Mizgîn ve hate kirin. Di çalakiyê de daxwaza ronîkirina qetlîamê hate kirin. Di axaftinên li ser navê meclîsê hate kirin ev hate gotin: “Dewleta Tirk bi destê MÎT’a Tirk li Parîsê sê jinên şorşeger qetil kirin. Fransa ji bo berpirsyariya xwe bi cih bîne divê qetlîamê ronî bike. Heta ku Fransa vê qetlîamê ronî neke dibe hevkarê sûc.”

Çalakî bi danîna destegula reş a ber derê sefaretê û qîrkirina dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘Sara, Rojbîn, Ronahî’ bi dawî bû.

CENEVRE

Jin ber bi Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de pankarta bi nivîsa ‘Berpirsê qetlîamê Erdogan divê bê darezandin’ vekirin û wêneyên şoreşgerên jin hildan. Li ser navê YJK-S axaftin hatin kirin û heta gotin ku Cansiz, Dogan û Şaylemez li ser fermana Serokkomarê Tirk Erdogan hatine qetlkirin. Di axaftinan de ev hate gotin: “Ev qetlîam yek ji sûcên ku Erdogan jê bê darezandin e.”

Di axaftinan de hate gotin ku divê di serî de Fransa û mîsyonên Neteweyên Yekbûyî li dijî Erdogan ê qatilê bi hezaran mirov û tetîkkêşê bi sedan qetlîaman e bikevin tevgerê. Divê dewlet vê qetlîamê ronî bike û Erdogan li dadgehên navneteweyî bidarezîne.”

Çalakî piştî xwendina belavoka bi zimanê Fransî û şûnde bi dawî bû.