Di êrîşa li Dêrikê de 2 sivîl şehîd bûn

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî herêmê daxuyaniyek da û diyar kir ku di êrîşên dewleta Tirk de 2 sivîl şehîd bûn.

Navenda Ragihand û Çapemeniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêmê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Maşîneya şer a dewleta Tirk ev demeke dirêj e herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef, çi bi rêya balafir, topên giran û çi bi rêya çeteyên xwe ku niha hewl didin ber bi Bendava Tişrîn û Pira Qerqozak ve bi pêş ve biçin û armancên xwe pêk bînin. Dewleta Tirk a dagirker ji bo koçberkirina gelê herêmê û guhertina demografiya wê û berfirehkirina qada dagirkeriya dewleta Tirk di nava xaka Sûriyê de.

10’ê Çileyê, dewleta Tirk a dagirker herêmên Koçerat, Çiyayê Qeraçox, Teqil Beqil û gundê Şirikê kirin hedef û li gundê Xana Seriyê jî wesayîta sivîlan kir hedef.

Di encama armanckirina wesayîtê de 2 welatiyên sivîl ku di hundirê wesayîtê de bûn jiyana xwe ji dest dan û yekî din jî ku nêzîkî cihê êrîşê bû ji lingê xwe de birîndar bû.

Em diyar dikin ku ev demeke ku hemû aliyên şerê Sûriyeyê li çareseriyên guncew digerin û hemû gelê Sûriyê pê razî be lê dewleta Tirk a dagirker ji derve destwerdanê dike û hewlên civaka navneteweyî xera dike ji bo ku Sûriyeyê dagir bike û wan bixe bin kontrola xwe."