ROJEVA 11’Ê ÇILEYA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
-Bi wesîleya salvegera Komkujia Parîsê wê îro li Parîsê ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez meşeke mezin bê lidarxistin.
-Bûyerên piştî hevdîtina bi Rêber Apo re wê bêne şopandin.
-Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û geşedanên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
-Endamê Rêveber ê HPC'ê Hisên Ramazan Mihemed diyar kir ku HPC'ê weke hêza xweparastinê ya gel di nava komunan de toreke hevgirtin û ewlehiyê ava kir û bi hêza manewî ya ku di çarçoveya Şerê Gel ê Şoreşgerî de ji rêxistinbûna gel girtiye hebûna xwe didomînin.
-Şervanê QSD’ê Ferzad Stêrk ku ji bo pêşwazîkirina pêwîstiyên mewziyên berxwedanê yên Tişrînê bêyî navber dixebite got, “Pêşwazîkirina pêdiviyên hevrêyên min hemû westandina min digire. Dema derb li çeteyên hov didin, dizanim ku gihiştime armanca xwe.”
-Hevserokê Giştî yê PÎA’yê Ahmet Kaya diyar kir ku Rojava ji bo Kurdan firsendekî mezin e û anî ziman ku divê Kurd tevahî xwedî li Rojava derkevin.
-Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
-Li Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên xizmên windayan wê bêne şopandin.
-Hevserokê Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Mûstafa Karabûdak anî ziman ku li Sûriyeyê komkujiya Elewiyan tê kirin û li Tirkiyeyê dijminatiya Elewiyan tê birêxistinkirin.