Qetlîama Parîsê li Munsterê hate protestokirin

Yek ji avakara PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnerê KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) li Munster a bajarê Elmanya yê, di salvegera 8’an a qetîl kirina xwe de, hatin bîranîn.

Bi banga YJK-E’yê li Munsterê, Kurdistaniyan bi tevlîbûna NCDK a Munsterê û NCDK Bîlefed di seat 15:00’an de li ber HBF Munsterê ji bo protesto kirina qetlîamê mitîngek hate lidarxistin.

Mitînga ku bi di kesayeta Sara, Rojbîn û Ronahî de hemû şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin, ji aliyê Elmanan ve rastî eleqeyek mezin hat. Piranî jin zêdetirî 100 kes tevlî bûn. Di mîtîngê de li ser navê YJK-E yê axaftin hatin kirin.

Di mitîngê de ku wêne û filamayên Cansiz, Dogan û Şaylemez hilgirtîn, li ser hev dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Sara, Rojbîn, Ronahî” berz kirin.

Mîtîng bi banga tevlîbûna meşa ku 9’ê Çileyê li Dusseldorf ê di seat 14:00’an de li ber DGB Hausê bê lidar xistin kirin.