Li Berlînê çelenga reş li ber Sefareta Fransayê hate danîn

Li Berlînê Meclîsa Jinana DEST-DAN'ê ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez ku beriya bi 8 salan li Parîsê hatin qetilkirin çelenga reş li ber Sefareta danî û komkujî şermezar kir.

Li paytexta Elmanya Berlînê Meclîsa Jinan a DEST-DAN'ê ji bo sê jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez ku 9'ê Çile ya 2013'an li Fransayê hatin qetilkirin, çelenga reş li ber Sefareta Fransa ya Berlînê danîn û hikûmeta Fransayê şermezar kirin. Di çalakiyê de nûnerên Meclîsa Kurdistaniyên Azad ên Berlînê, Meclîsa Jinên Êzîdî û TCŞ'ê jî hazir bûn.

Di daxuyaniyê ya li ser navê Meclîsa Jinan a DEST-DAN'ê daxuyanî hate dayin, hate diyarkirin Fransayê ser komkujiyê girtiye. Bi berdewamî hate gotin,''Her çendî yê ku tetîk kişandî endamê MÎT'ê be jî, ev nîşan dide ku komkujî bi hevkariya îstîxbarî ya MÎT'ê û Fransayê çêbûye. Berpirsên vê komkujiyê ji ber sedema ku hesab nedena rê li Erdogan vedikin ku komkujiyên din bike.''

Piştî daxuyaniyê jinan li ber Sefareta Fransayê çelenga reş danîn.