Li Berlînê ji bo darezandina Erdogan îmze hatin komkirin
Li Berlînê jinên Kurd ji bo darezandina Serokkomarê Tirkiyê Tayyîp Erdogan ya ji ber sedema sûcên şer, îmze komkirin.
Li Berlînê jinên Kurd ji bo darezandina Serokkomarê Tirkiyê Tayyîp Erdogan ya ji ber sedema sûcên şer, îmze komkirin.
Aktîvîstên Meclîsa Jinan DEST-DAN li Berlînê, ji ber sedema sûcên şer yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin pêkanîn darezandina Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ya li Dadgeha Cezaya Navneteweyî di çarçoveya kampanya îmzeyan a bi pêşengtiya TJK-E hatibû destpêkirin de îmze hate komkirin.
Jinên li Leopoldplatzê kombûyîn, hem komkujiyên ji aliyê rejîma Erdogan ve hatîn kirin rêzkirin hem jî bi belavkirina belavokan îmze komkirin. Jinan, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez yên ku di 9’ê Çile 2013’an de li Parîsê hatîn qetilkirin û Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar yên ku di 5’ê Çile 2016’an de li Silopî yê hatîn qetilkirin, bibîr anîn.