Li Cizîrê jinek hate destgîrkirin
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, Bahar Magî ya 50 salî ku biryara girtina wê hatibû dayin, hate destgîrkirin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, Bahar Magî ya 50 salî ku biryara girtina wê hatibû dayin, hate destgîrkirin.
Bahar Magî yıa 50 salî di serdegirtina mala wê de hate destgîrkirin.
Magî beriya niha bi îdîaya "Endametiya rêxistina terorê û sûcê bi navê rêxistinê kiriye" dosya hatibû amadekirin û Dadgeha Bilind jî ev dosya pejirandibû, bi vî rengî 3 sal û mehek cezayê girtîgehê lê hate birîn.
Magî birin Midûriyeta Emniyetê ya Cizîrê û li gorî agahiyan wê Magî têxin Girtîgeha Tîpa a Şirnexê.