Li pêşiya Konsolosxaneya Fransayê ya li Dusseldorfê çalakiya protestoyî

Ji ber salvegera 8'an a Komkujiya Parîsê, ku sê jinên Kurd ên şoreşger li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê çalakiyeke şermezarkirinê hate lidarxistin.

Ji ber salvegera 8'emîn a Komkujiya Parîsê, ku 9'ê Çileya 2013'an ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hatin qetilkirin, li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li bajarê Dusseldorfê mîtîngek hate lidarxistin.

Mîtîng ji aliyê pêkhateyên Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê şaxê eyaleta NRW'ê (YJK-E NRW) ve hate lidarxistin. Ji bajarên Dusseldorf, Dortmûnd, Koln, Duîsbûrg, Essen, Bonnê endamên Meclîsên Jinan û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd nêzî 80 kes tevlî bûn.

Di çalakiyê de belavoka TJK-E'yê hate xwendin. Di belavokê de hate ragihandin, tevî ku kiryar eşkere ne û delîl pêşkêşî dadgeriya Fransayê hatine kirin jî komkujî hînê bêceza tê hiştin.

Di mîtîngê de pankartên bi nivîsa "Berpirsyarê komkujiyê Erdogan e", "Xweparastin misogeriya azadiya me ye" hatin vekirin û tevî alên TJK-E'yê wêneyên her sê jinên şoreşger ên hatin qetilkirin hatin hildan.

Bi navê YJK-E'yê Ayten Kaplan axivî û diyar kir ku becezahiştina Komkujiya Parîsê dibe sedema rûdana komkujiyên nû.

Kaplan bal kişand ser kampanya "Ji bo 100 sedemî 100 hezar îmze" ya ji bo darizandina dîktatorê Tirk ji aliyê tevgera jinan ve hatiye destpêkirin û xwest ku Erdogan bê darizandin.