Ji bo HDP’iyên girtî lêpirsînên nû vekirin

Hevseroka berê Fîgen Yuksekdag jî di nav de ji bo dîlgirtiyên siyasî yên HDP’ê lêpirsînên nû vekirin.

Piştî avêtina li ser odeyên Hevseroka berê Fîgen Yuksekdag, Hevserokên berê yên Şaredariya Dêrsimê Edîbe Şahîn, Nûrhayat Altûn, palementera berê ya HPD’ê Sabahat Tûncel, Gulten Kişanak, Gulser Yildirim, Çaglar Demirel û Aysel Tûglûk ên dîlgirtî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ev hincet derket holê. Hate zanîn ku ev lêgerîna ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Kocaeliyê ve hatî kirin di çarçoveyek lêpirsîneke nû de ye.

Di ewraka ku şandîn ji bo dosyaya dozê de hate diyar kirin ku lêpirsîn li dijî “rêxistina girtîgehê” û dîsa bi guman dîtina Yuksekdag e.