Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Qetlîama Parîsê li Brûkselê hate protestokirin

Çalakî li pêşiya Konsolosxaneya Fransayê ya li Brûkselê hate kirin û qetlîama Parîsê hate protestokirin.

Yek ji avakara PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnerê KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) li Brûkselê ya ku paytexta Belçîkayê ye hatin bîranîn. Çalakiya bîranînê li pêşiya Konsolosxaneya Fransayê hate kirin.

Di çalakiyê de Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin bibîranîn û rola Fransayê ya di qetlîamê de hate protestokirin.

Di çalakiyê de sloganên ‘Bila Erdoganê dîktator were darizandin’ û ‘Tirkiyeya terorîst, Fransaya hevkar’ hate berzkirin.

Piştî xwendina belavokê çalakî bi dawî bû.