Komkujiyên Parisê li Li Munihê hatin protestokirin
Meclîsa Kurd a Munihê bi boneya salvgera Komkujiya 9’ê Çile ya Parisê çalakiya protestoyî li dar xist.
Meclîsa Kurd a Munihê bi boneya salvgera Komkujiya 9’ê Çile ya Parisê çalakiya protestoyî li dar xist.
Meclîsa Kurd a Munihê bi boneya salvgera Komkujiya 9’ê Çile ya Parisê çalakiya protestoyî li dar xist. Çalakî li ber Konsolxaneya Fransa a li Munihê hat lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyê şehîdên Parisê hatin hildan û bêyî navber dirûşmeyên “Şehîd namirin” hatin berzkirin.
Şandeya ji çalageran bi Serekkonsolosê Fransa re hevdîtin kir û dosyaya ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ve hatibû amadekirin hat pêşkêşkirin. Serekkonsolos, got: “Ez êşa we parve dikim. Ez soz didim ku ez ê dosyaya we bigihînim rayedaran. “
Di axaftinan de wiha hate gotin: “Berî 12 salan dewleta Tirk çalakiyek terorî li Parisê kir. Ji ber ku Fransa bûyer ronî kir li pey wê Komkujiya 23’ê Kanûnê ya Parisê pêk hat. Em ji Fransa dixwazin ku herdu komkujiyan ronî bike.”
Çalakî bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Jin, Jiyan, Azadî, Sara, Rojbîn û Ronahî” bi dawî bû.