Qetilkirina jinên şoreşger li Frankfûrt û Munîhê hatin protestokirin

Li bajarê Frankfûrt û Munîh ên Elmanyayê Qetlîama Parîsê di salvegera 8’an de li pêşiya sefaretxaneyên Fransa hatin protestokirin.

Bi tevlîbûna Kurdistaniyên Gîessen, Darmstade, Bansaîm û Hanaûyê li bajarê Frandfûrt a Elmanyayê ji bo sê jinên şoreşger Sara, Rojbîn û Ronahî mîtîngek hate kirin. Di çalakiya jinên Elmanî jî tevlî bûn de, heta gotin ku piştguhkirina Ewropa û Fransa ya ji qetlîamê qebûl nakin.

Li vir li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Yadê Ayşe axivî û diyar kir ku şehîdên Parîsê ji bîr nakin û heta Erdogan bê darezandin wê li ser piyan bin. Çalakî bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Sara, Rojbîn, Ronahî’ bi dawî bû.

MUNÎH

Salvegera Qetlîama Parîsê li bajarê Munîh ê Elmanya li pêşiya Sefaretxaneya Fransa bi çalakiyekê hate protestokirin. Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinan a Sara ve heta kirin, Kurdistanî û Elman jî tevlî bûn. Di çalakiyê de belavoka TJK-E’yê hate xwendin û daxwaza darezandina berpirsan hate kirin.

Çalakî bi dirûşmên ‘Sara, Rojbîn, Ronahî’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.