AKD'ê bang kir: 9'ê Çileyê li Parîsê bicivin

AKD'ê şoreşgerên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, bi bîr anî û ji bo meşa 9'ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê kir.

Piştevaniya Jinê ya Ewropayê (AKD) bi wesîleya salvegera Komkujiya Parîsê daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, "Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji neferên bi biryar ên têkoşîna azadiyê ya Kurd bûn, ku di oxira doz û armancên xwe de berdêl dan û serî netewandin."

Di daxuyaniyê de her sê jinên şoreşger hatin bîranîn û ji bo meşa 9'ê Çileyê ya li Parîsê ev bang hate kirin:

"Em bang li we dikin ku 6'ê Çileyê roja Çarşemê saet di 11:00 de li ber Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li hev kom bibin û li ber buroya ku Sakîne, Fîdan û Leyla lê hatin qetilkirin tevlî kombûna bîranînê bibin. 9'ê Çileyê roja Şemiyê beşdarî meşa ji ber Gare du Nord heta qada Repûblîqûeyê bibin."