6 jinên Kurd ên ku hatin qetilkirin hatin bibîranîn

Li Wanê jinên Kurd ên şoreşger ku li Silopya û Parîsê hatibûne qetilkirin hatin bibîranîn.

Li Wanê sê jinên Kurd ên şoreşger Sêvê Demîr, Fatma Uyur û Pakîze Nayir ku 4'ê Çile ya 2016'an li Silopya dema êrîşên qirker hatibûne qetilkirin û Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez ku 9'ê Çile ya 2013'an li Parîzê hatibûn qetilkirin bi çalakiyekê hatin bibîranîn. Di çalakiyê de ku ji hêla Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP'ê ve hatibû hazirkirin, mûm û qerefîl li rex wêneyên 6 jinan hatin danîn. Gelek kes tevlî çalakiya bernameyê bû.

Hevseroka Navçeyê ya Tûşbayê ya HDP'ê Edîbe Babarû di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û got ew di ber azadiya gelê xwe de bêyî ku dudilî bibin çûn û mîrateya azadiyê ya bi qasî gerdûnê mezin ji jinan re hiştin.

Di bernameya bibîranînê de sînevîzyonek têkilî têkoşîna jiyana wan hate nîşandan û helbest hatin xwendin.