6 jinên Kurd ên siyasetmedar li Amedê hatin bibîranîn

Şoreşgerên jin ên Kurd ku li Parîsê û bajarê Silopî ya Şirnexê hatibûn qetilkirin, li Amedê hatin bibîranîn.

 

Tevgera Jinên Azad (TJA), bi minasebeta salvegera qetilkirina 3 jinên siyasetmedar ku di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û 3 jinên siyasetmedar Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir ku di 4'ê Çileya 2016'an de li Sîlopiya hatin qetilkirin merasîma bîranînê li dar xist. Bername li avahiya Rêxistina DBP'ê ya Navçeya Rezana Amedê pêk hat. Di bîranînê de wêneyê 6 jinên siyasetmedar li ser maseyê hatin danîn û pankarta " Ji Sarayan heta Sêvêyan wê jinên têkoşer hişmendiya komplogeran vala derxînin" hat daliqandin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlementerên HDP'ê yên Amedê Remziye Tosun û Dêrsîm Dag, Berdevka TJA'ê Ayşe Gokkan û gelek jin beşdarî merasîmê bûn.

Piştî rêzgirtinê, têkildarî têkoşîna jinan sînevîzyonek hat nîşandan. Jinan di kêliya sînevîzyonê de gelek caran dirûşma " Jin jiyan azadî" berz kirin.

‘BI QASÎ TIRKIYEYÊ FRANSA JÎ BERPIRSYARÊ VÊ QETLÎAMÊ YE’

Dêrsim Dag diyar kir ku ew ê li pey têkoşîna wan jinên ku kedekê mezin dane bin û got: "Jinên ku di têkoşîna azadiya jinan de cih girtine gelek kedekê mezin dane. Em dibêjin bila soza me ji bo we be em ê Kurdistanê bikin wek gulîstan û heta dawiyê em ê li pey doza wê û hevrêyên wê bibin. Em ê lîstîkên li ser jin û bi giştî li ser Kurdan bi rihê têkoşîna we jinên têkoşer vala derxînin. Bi qasî ku Tirkiyê ji vê qetlîamê berpirsyar e di heman demê de Fransa jî berpirsiyar e. Heta ku ew hesab bê bipirsin em ê têkoşîna xwe bidomînin."

‘KOMKUJIYA PARÎSÊ YA SILOPIYÊ GIRÊDAYÎ HEV IN’

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Salîha Aydenîz jî anî ziman ku hem Komkujiya Parîsê hem jî Komkujiya Silopiya girêdayî hev in û got: "Kê komkujiya Parîsê pêk anî be komkujiya Silopiya jî pêk anîne. Lewra em kiryaran nas dikin. Çawa ku ji bo komploya navneteweyî dengek nehat derxistin, di heman demê de ji bo wan komkujiyan jî nehatiye derxistin. Çiqas birêz Ocalan ji bo pirsgirêka Kurd pêvajoya muzakereyê û diyalogan xwest bide destpêkirin her tim li destên qirêj ketin pêşiyê. Îro gelê Kurd bi sekna Sakîneyan û jinên têkoşer xwedî statû ye. Çawa ku heval Sakîne got 'Jiyana min her tim şer bû' pêwist e ku ji bo Kurdan jî jiyan her dem bi têkoşînê derbas be. Ji ber ku em li ser erdnîgariya Kurdistanê bi hezar salane dijîn. Ew dewletên ku dixwazin me parçe bikin naxwazin aştiyeke mayînde pêk were her tim bi komkujî û şer bersivê didin me Divê em soz bidin ji xwe re ku mîrateya wan jinên têkoşer hildin. Divê dema me serê xwe danî ser balîfê em li doza xwe bifikirin û li pey çareseriyê bin."

Aydenîz destnîşan kir ku heta ew kiriyarên komkujiyê hesab nedin wê têkoşîna xwe berdewam bikin û got: "Êrişa li ser Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê îro êrişa li ser tevahî Kurdistanê ye. Heta ku erdnigariya Kurdistanê azad nebe em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Her wiha heta ku ew kiriyarên komkujiyê hesab nedin em ê dev jê bernadin. Em ê heta dawiyê hesabê qetlîamê bipirsin."

‘BERXWEDANA WAN JINÊN TÊKOŞER BERXWEDANA HERÎ REWA YE’

Herî dawî jî Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan axivî û wiha got: "Em dizanin ku berxwedana wan jinên têkoşer berxwedana herî rewa ye. Jinên Kurd îro ji şoreşa jinên cîhanê re rêveberiyê dike. Azadiya jinên kurd azadiya jinên cîhanê ye. Lewre îro hewce ye ku tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin. Divê gelê Kurd barên li ser milên xwe neke barê ser milê girtiyên zîndanan û divê berxwedanek giştî bê dayîn."