Şaredariyeke Parîsê posterê Sara, Rojbîn û Ronahî bi avahiya xwe ve kir

Posterê her sê şoreşgerên Kurd ên 9'ê Çileya 2013'an li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, bi avahiya şaredariyeke bajêr ve hate kirin.

Şaredariya 10'emîn a Parîsê, mîna salên bihurî îsal jî ji bo bîranîna yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) posterê wan bi avahiya xwe ve kir.

Posterê ji wêneyên her sê şoreşgeran ji aliyê wênevan Zehra Dogan ve hate amadekirin. Li ser wêne jî wiha hate nivîsandin: "Leyla, Sakîne, Rojbîn... Milîtanên ku 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hatin qetilkirin. Sûcekî ku hîn jî bêceza maye!"

Her sê şoreşgerên Kurd 9'ê Çileya 2013'an li navenda Parîsê di encama sûîqesteke dewleta Tirk de hatibûn qetilkirin.