Anatomiya Komkujiya Parîsê

8 sal di ser Komkujiya Parîsê re çûn. Berpirs hê jî nehatine darizandin. Lêpirsîna nû ya ku 2019'an dest pê kirî, li Ewropayê bi komkujiyê te têkildar toreke berfireh a Tirk dike hedefa xwe.

Li stûyê wê fulareke bi rengê qehweyî hebû. Pora wê weke her car ji pişt ve girêdayî bû. Piştî xebateke sê rojan a têr û tije û westandinekê, di çenteyê xwe de li mifteya xwe digeriya lê nedidît. Li gel westandina wê ya li ser rû û çavê wê xuya dikir jî dibeşişî.

Beriya ku sê jinên Kurd ên şoreşger werin qetilkirin bi 3 meh û 24 rojan bû. Di festîvala Humanîte de ku rojnameya Humanîteyyê di navbey 14-16'ê Îlonê de li dar xistibû, Kurdan jî konên xwe danîbûn Li ser kon alayên PKK'ê li ba dibûn. Ev festîvala siyasî ji 1930'î û vir ve bi mebesta piştevaniyê dihate lidarxistin.

Rojbîn (Fîdan Dogan) mifeteya manyetîk a di çenteyê xwe de nedidît. Mifteya Navenda Enformasyonê ya Kurdistanê bû. Hatibû dizîn, an winda kiribû, an li deverinan ji bîr kiribû? Wê rojê li ser wê tîşortekî spî yê bi navê ''ji girtiyên siyasî re azadî'' hebû. Di nav sê rojan de 35 hezar îmze hatibûn berhevkirin, ji hezaran kesî re behs têkoşîna Kurdan kiribû.

Tekana tişta ku di çenteyê xwe lê digeriya û nedidît ne tenê mifte bû. Telefona wê ya duyan jî winda bûbû.

BERIYA KOMKUJIYÊ HEWLDAN

Kurd dema festîvalê ne tenê bûn, hine dî hebûn ku xebatên wan dişopandin, di kemînê de bûn. Gelek aktivîstên Kurd îşaret bi du kesan dikirin ku li konê pêşber rûniştibûn. Li gorî wan ew endamên serwîsa istixbarî yên Fransî bûn. Ne bi surprîzekê li wir bûn.

Ên ku di kemînê de bûn, 'Kan'' bûn. Di belgeyên fermî yên Tirk de, ku bi navê ''Kan'', ''Lejyoner'' derbas dibû Omer Gunay bû. Bi mehan bûn ku hazirî dikir. Wê demê ji nişka ve ji Elmanyayê derbasî Parîsê bûbû û ketibû nav xebatên siyasî yên Kurd.

Plansaziya wê dikir ku di festîvala Humanîteyê de du Kurdên aktivîst qetil bike. Dema festîvalê ya li La Courveuveyê hin Kurdên aktivîst şeva xwe li kon derbas dikirin. Dema ku Kurdek aktivîst bi şev li kon radiket, Kan hewl dabû ku planê sazkar bike lê ji ber sedemeke ku nayê znaîn roja dî, çawa ku tarîtî ketibû erdê tevgeriyabû. Dema ku endamê tevgera ciwanan diçû malê pê re diçû, wî wesayit dajot. Dema ku aktivîsta ciwan di xew re çûbû, Kan rêya xwe guhartibû, li ber barîyera li têketa qada daristanî rawestibû. Ciwanê ku şiyar bûyî piştî ku helwest nîşan dabû, Kan vegeriyabû.

TALÎMATA KU LI BENDÊ BÛN KAN BIDE WAN

Piştî van hewldanan talîmata ku ji Kanê hatî bi derengî neket. Piştî festîvalê bi du heftiyan serê Cotmehê li Tirkiyê dima. Du kes li ser maseyekê plana kuştinê nîqaş dikirin. Ên ku pêşwazî lê kirin endamên MÎT'ê bûn. Kan serê kêliyekê fiş fiş dikir. Carinan dengê telefonê, dengê gavên ku dihatin avêtin, kursiyên qirçînî dihat. Kan, nav didan pey hev û digot, ''Ev sê kes divê ji holê werin rakirin'' û didomand, ''Ji roja ku hatime Parîsê wan dişopînim.'' Behsa sê aktivîsên Kurd dikir ku li Parîsê çalak bûn.

Kan digot derdora navenda çanda Kurd a li Parîsê ji bo kuştinê cihê herî îdeal e. Endamê îstîxbaratê digot,''Cihê ku jê birevî te dîtin?'' Kan, ji plana xwe êmin diaxivî. Dixwest yeka ku di hedefê de dema ku diçû malê, yekê li parka wesayitan a li bin komeleyê bi kemînê ji holê rake.

Di navbeyna 1-3'ê Cotmehê de dema ku diçû Tirkiyê, planên suîkastên bi kitekitî dihatin danîn, ji bo çekeke 'paqij' bistîne pere dixwest. Beriya niha jî Tebaxê bi dizîka çûbû Tirkiyê.

MAÎLA BIGUMAN Û KOMPLO

Dema ku Kan serdana Tirkiyê kirî, 1'ê Cotmehê maîleke skandal ji Parîsê ji bo Enqerê hatibû şandin. Dozger Thîerry Fragnolî ku bi operasyonên sansasyonel ê dijî Kurdan tê naskirin, saet 09.12'an di nameya xwe ya bihêrs de ya ku ji Sefîrê Enqerê yê Fransayê re şandî, bersiv dida Serokwezîrê Tirk ê wê demê Recep T. Erdogan. Erdogan beriya maîlê bi çend rojan, ber bi dawiya Îlonê ve bi taybetî Fransa û Elmanyak kiribû hedefa xwe, digot nayê xwestin ku ev pirsgirêk çareser bibe, bi wan re nabin alîkarî. Li gorî Erdogan Rojavayî desteka darayî didin PKK'ê û dihêlin ku bi rehetî bigerin. Fragnolî jî li dijî van gotinan xwedî helwest bû. Dozger bi gotinên, ''Ji 2006'an û vir ve yên ku milîtanên PKK'yî destgîr dike, didarizîne, mehkûm dike tenê Fransa ye'', pesnê xwe dida. Fragnolî digot li gel wî sê dadger, yek alîkar û 28 komîser tenê li ser xebatên PKK'ê disekinin. Vê maîlê nîşan dide ku dozger bi nîjatperestekî Tirk ê tarî re bi têkiliyên nêz e. Eynî maîl saet 11.32'an ji kesekî bi navê M.G re jî hatibû şandin ku xwe weke lêkolekî nîşan dida û dijminê Ermen û Kurdan bû, bi nîşeya,''Guhdarî xwe be'', ''bi dostanî'' jê re hatibû şandin.

Hê heftiyeke di ser maîlê re neçûbû 6'ê Cotmehê yek ji rêveberê KNK'ê Adem Uzun dema hevdîtinekê ya li Montparnassê bi ser de girtin û hate girtin. Dozger îdîa dikir ku Uzun hewl dida ku çekan bikire. Îxbara ji vî alî ve jî ji serwîsên Tirk ji wan re hatibû. Serwîsên Fransiz jî derî yasayan tevgeriyabûn, sîxûrên xwe tevgerandibûn û kemîn danîbûn. Ji axaftinên telefonê yên Uzun ku lê guhdarî kiribûn tişta ku dixwestin bi dest nexistibûn. Jixwe daraza Fransizj î qebûl kir ku dozger komplo kiriye, 9'ê Tebaxa 2013'an biryar li ser da ku Uzun were berdan. Lê operasyonên antî-Kurd ên meqamên Fransî û polîtîkayên wê demê yên hikûmetê, zemîn çêdikir ku dewleta Tirk sûcên giran bike.

TALÎMATA SUÎKASTÊ

Dema ku van tiştan rû dida, talîmata ku Kan li bendê bû, Mijdara 2012'an hat. Bersiveke aşkere bû. Bersiv dabûne agahiyên îstîxbarî yên ku beriya bi mehekê bi navê ''Lejyoner'' hatibû şandin. Lê di planê de hin tişt hatibûn guhartin. Ji ber ku yek ji damezirandêra PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), ji bo ku pasaporta xwe nû bike ji Elmanyayê vegeriyabû Parîsê.
Belgeya talîmatê ya MÎT'ê ya bi nîşeya 'xef'ê 18'ê Mijdara 2012'an bi îmzeya O. Yuret, U. K. Ayik, S. Asal û H. Ozcan bû. Peyam aşkere bû:
'NÎŞEYA ERZKIRINÊ'

MIJAR: Sara Kod Sakîne CANSIZ

LEJYONER ê ku ji bo deşîfrekirina xebatên KONGRA-GEL (PKK) a KCK'ê yên li FRANSA/Parîsê, her wiha ji bo bêkêrkirina endamên payebilind ên rêxistinê danûstandin pê re tê kirin, di e-postayê de ku Cotmeha 2012'an ji me re şandiye, gotiye, yek ji qedroya herî girîng a xebatên KONGRA-GEL (PKK) a KCK'ê yên Ewropayê Sakîne CANSIZ a bi Kodê xwe Sara hatiye Parîsê /Vîllîers Le Belê.

Piştî ku hêzên ewlehiya Fransiz Adem Uzun girtin bi çend rojan, Sakîne CANSIZ a bi Kod Sara ku hatî FRANSAyê, karên destûra rûniştinê, nûkirina pasaportê, bi çarçoweya peywirdarkirina rêxistinê bi alîkariya Kan bi cih aniye.

Kan, ji bo ku bi me re bide û bistîne cara dawî dema ku hatî welêt, bi çarçoweya derfetên bi şêwaza êrîş/sabotaj/suîkast ya li dijî hedefên rêxistinê yên li Ewropayê li dijî kesên ku hatine diyarkirin were bicihanîn, dema xebatê ji bo ekîpmana hewce were dabînkirin, ji bo her cure danûstandinê ya ji aliyê me ve pir baldar be, me talîmat dayê û ji bo lêçûnên pêkan 6.000 Euro pere me danê.

Kan, ku di serdema pêşî de ji xebatên, kanên îrtîbatê, adrêsên nivîs û îkametê ya li tevahiya EWROPAyê haydar e, bi çarçoweya sêwirandineke operasyonî ya ji bo bêkêrkirina endama rêxistinê jî wê bikaribe were nirxandin.

Bi vê çarçowayê, bi guhdana Kan û ewlehiya xebatê, bi gotinên kodkirî yên ku berê hatine diyakiririn, plansaziya wê tê kirin ku LEJYONER li dijî Sakîne CANSIZ a bi Kord Sara hewldanê bike, talîmat lê were dayin.

Erzî tensîbên wan dikim.''

ÇILE 2013

DEWLETÊ PLANSAZIYA SUÎKASTÊ DIKIR

Dema ku li ser xeta Enqere-Parîsê plansaziyên kuştinê dihatin kirin serdemek tund hebû. Dewleta Tirk hesêb dikir ku PKK zivistana 2011-2012'an nebîne. Operasyonên hewayî dibir ser qadên gerîla. Tevahiya havînê jî bi şer derbas bû. Yek ji sala herî dijwar a 30 salî bû. PKK'ê, havîna 2012'an ragihand ku di nav heftiyekê de qadeke berfireh a çiyayî kiriye bin kontrola xwe. Artêşa Tirk nedikarî têketa van qadan.

Ev pêvajo heta Çileya 2013'an domand. Sara û Rojbîn 6'ê Çile ji Brûkselê vegeriyabûn Parîsê. Her yekê ji wan ji bo xebatên cihê li Belçîkayê bûn. Hevlayenî vê di navbeyna dewleta Tirk û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hevdîtinên ne aşkere dest pê kiribû. Di encama vê de cara pêşî şandeyeke ku BDP'ê ava kirî 3'yê Çile çûbû Imraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştibû. Ev hevdîtin bû destpêka pêvajoyeke nû. Abdullah Ocalan 21'ê Adarê xwe hazir dikir ku destpêka serdemeke nû ya li ser rêyeke berşikestinî ragihîne.

Dewleta Tirk jî li Parîsê plansaziya suîasteke nû dikir. Kan, hedefên xwe dişpand, ji nêz ve li pey wna bû. Şeva 7-8'ê Çile dikeve komeleya Kurd a Vîller-le-Belê, agahiyên endamên komeleyê ji kompîtirê derdixîne, bi telefona xwe wêneyê wan digire. Saet li derdora 04.00'an bû. Wêneyê belgeyên 329 endaman digire.

Sara plansaziya wê dikir ku şoreşgera ciwan Ronahî (Leyla Şaylamez) re 9'ê Çile biçe Kolnê ya Elmanyayê. Rojbîn bi vê aramncê 8'ê Çile êvarî ber bi saet 18.00'an ve li ser înternetê ji bo herduyan cih rezerve kiribû. Diviya Sara û Ronahî 9'ê Çile ji Porte de la Chapellê biçûna Kolnê. Ronahî ya ciwan a ev 2 meh bûn ku li Fransayê bû.

9’Ê ÇILEYÊ, 30 SANÎYE…

Ronahî piştî ku bi şev li Les Mûreaûxê ma di 9’ê Çileyê de saet di 11.05’an de gihişt Navenda Enformasyonê ya Kurdistanê ku nêzî gara trêê ya Gare du Nordê bû. Sara di wê kêlîkê de ji postexaneya Bobîgnyê vedigeriya navendê. Kes jî Sara dişopand. Bi hev re çûbûn posteaneyê. Ev kes ji bo Fransî alîkarî dida wê. Saet di 11.30’an de her du jî gihiştin navenda Enformasyonê. Zêde dema Sara û Ronahî nemabû, divê bi lez xwe amade bikirina û derketina. Kes bi qasî 20 deqîqe şûnde, saet di 11.49’an de ji avahiyê derket. Rojbîn saet di 12.32’an de ji bo wergerê li çalakgeran digeriya. Ev lêgerîna dawîn bû ku ji Navenda Enformasyonê li KNK’ya li Brukselê dihate kirin.

Ev kes çû wesayîta xwe ya di otoparka di dinê erdê de, yekser deriyê bagajê vekir. Piştî pênc deqîqeyan saet di 12.05’an de derket. Bi lez meşiya û saet di 12.10’an de gihişt ber devê deriyê navend enformasyonê. Tê diyarkirin ku bêyî koda têketinê derî vekiriye. Li gorî gumanan berê vekirî hiştiye. Montekî bi kumik ê rengxakî û pantorekî kot lê bû. Piştî ji deriyê têketinê kete hundir, neçû jor. Buro li katê yekemîn bû. Divê deriyê navberê jî bi mifteya manyetîk bihata vekirin.

Rojbîn saet di 12.29’an de peyameke SMS ji xwediyê wesayîta ji bo çûna Sara û Ronahî şand. Piştî 20 deqîqeyan li ser înternetê li malpera ‘Freeocalan’ê nihêrî.

Ev kes hê jî li ber deriyê avahiyê bû. Jineke li katê sêyemîn ji ber wî derbas bû çû. Sara û Ronahî dema ku dikira ji avahiyê derkevin. Ev kes hate ber derê. Dema wan nemabû ku li ber xwe bidin. Kesê li pişt Sara fîşek li wan reşand. Berê li Rojbîn, piştre li Ronahî û fîşeka sêyemîn jî bera Sara da. Vî kesê demançeya kalîbreya wê 7.65 sê fîşek bera serê sê jinên Kurd dabû. Herî dawîn nêzî Rojbînê bûbû û fîşekek bera devê wê da. Kes serê xwe nixumand û dema ji avahiyê derket saet 12.56 bû. Cînayet bi qasî 30 saniyeyan domiyabû. Lê dema ku cara duyemîn ketibû avahiyê, bi qasî 45 deqîqeyan lê mabû.

ROJA KU NEDIQEDIYA

Di nava rojê de gelek caran li telefona Sara û Rojbînê dihat xistin. Telefonî buroya enformasyonê dihate kirin. Peyamên elektronîk dihate şandin. Saet di 13.31’an de kesekî nas li deriyê avahiyê da, kesî bersiv neda. 45 sanîye şûnde bêyî ku têkeve gumanekê vegeriya. Saet di 20.30’an de fikar zêde bûn. Di nîvê şevê de yek jê jin du Kurd çûn navnîşana li 147 Rûe La Fayette û ji deriyê têketinê ketin hundir. Yekî ji wan koda têketinê dizanibû lê ji bo ku ji deriyê duyemîn derbas bibin, mifteya manyetîk hewce bû. Dema kesî deriyê Navenda Enformasyonê venekiribû, her du kesan li cîranan geriyabûn, bi tenê yekî bersiv dabû, wî jî gef xwaribû ku wê telefonî polîsan bike. Piştî demeke din kesekî din hate cihê bûyerê. Dema piçekî derî dehf dan, dîtin ku derî vebû, çûn kata jor tevî mifteya di destê xwe de ketin buroyê. Ev dîmeneke karesat bû. Rojbîn li kêleka Sara ketibû ser milê xwe. Çonga wê qat bûbû. Pişta Sarayê ketibû aliyê televîzyonê. Li kêleka herduyan valîzekî biçûk hebû. Ronahî serdev ketibû. Porê wê ketibû ser rûyê wê. Li hundir her tişt li cihê xwe bû lê erd di nav xwînê de mabû. Sê nifş li heman cihî hatibûn kuştin.

Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) di 10’ê Çileyê de dema nûçe belav kir, saet 02.30 bû. Pêla şaşmanê zû belav bû. Girse li pêşiya Navenda Enformasyonê û Komeleya Kurdan kom bû.

Kes jî ji çek û çenteyê destan ê Sarayê pak bûbû, plana wî ew bû ku cil û berfê xwe paqij bike. Pasaporta wî ya ku gera wî ya li Tirkiyeyê jî tê de bû, li pişt radyoya wesayîtê veşartibû. Di nav wan kesên pêşîn de bû ku çûbû cihê bûyerê.

Dema roj hilat, beşeke zêde ya Kurdan hay ji êrîşê çêbûbûn. Ji çeperên gerîlayan ên li çiyayên Kurdistanê, heta Kurdên li Ewropa, Efrîka, Evûstralya û Emerîkayê, şaş mabûn. Xemgîniya mezin bû hêrseke mezin. Girseya li kolana La Fayette zêde dibû. Dizanibûn ku provokasyoneke mezin heye. Fikr û ramanên saziyên rayedar çi be jî di çavê Kurdan de kujer diyar bû. Dijminên Tevgera Azadiyê ya Kurdan û dijminên aştiyê, kesên li dijî çareseriya aştiyane, kesên xwe li xwîn û nefretê ava kiribûn, berpirsyar bû. Kujer dewleta Tirk bû. Kurdan ji destpêkê ve bi vî tiştî dizanibûn. Wezîrê Karê Navxweyî yê Fransayê yê wê demê Manûel Vals di 10’ê Çileyê de saet di 09.00’an de dema ku hat cihyê bûyerê gotibû “Bêyî şik û guman hatine kuştin. Ev nayê qebûlkirin û bûyereke giran e.” Serokwezîr Françoîs Hollande jî digot ‘hovane’ ye û bal dikişand ser vî tiştî ku wî Rojbîn nas dikir. Hin çavkaniyên Tirk û Fransayê jî rastiya cinayeta siyasî berevajî dikirin. Bi bertekên pêşîn xwestin bidin bawerkirin ‘hesappirsîna navxweyî ye’ lê vê gotina wê cihê xwe negirt.

BELGEYÊN DERKETIBÛN HOLÊ

Piştî cînayetê bi qasî salekê qeydeke deng û belgeyek derketibû holê. Li gorî van belgeyan cînayet yekser ji aliyê MÎT’ê, bi biryara dewleta dewleta Tirk hatiye kirin. Qeyda deng a nîqaşa li ser plana cînayetê ya di navbera kes û MÎT’ê de di 12’ê Çileya 2014’an de li ser înternetê derket holê. Di 14’ê Çileyê de vê carê ‘belgeya arzê’ derket holê ya ku di Mijdara 2012’an de hatibû îmzekirin.

PLANA REVÊ

Omer Guney beriya van belgeyan çend roja di 4’ê Çileyê de li girtîgehê li benda serdanekê bû. Rûhî S. û Umît S ê ku hevkarên wî sûc ên li Elmanyayê bûn hatibûn serdana wî, dozger li wan guhdarî kiribû. Guney bi peyvên bi şîfre ji Rûhî S. dixwest ku bila biçe ba MÎT’ê. Di 6’ê Çileyê de di telefonê de Guney ji Rûhî S. dixwest bila biçe ‘dêya’ wî (MÎT) bibîne. Diyar dikir ku wê di demeke nêz de li nexweşxaneyê were razandin, îşareta plana revê dida ya ku berê jê re qal kiribû. Dozgeran di lêgerînên li mala Rûhî S û di lêpirsînê de derxistin holê ku peyva ‘dê’ tê wateya MÎT’ê û ‘Beg’ jî tê wateya xebatkarekî MÎT’ê.Bi gotineke din Rûhî S. li xwe mikur hat. Dema ku kaxizek dabûn wî, di kaxizê de qala biryargeha MÎT’ê ya li Ûlûsa Enqereyê dihate kirin. Telefona Rûhî S. ji aliyê pisporan hate vekirin û wêneyên hatine jêbirin derket holê. Di sê wêneyan de yên ku di 9’ê Çileya 2014’an de plana reva ji nexweşxaneya Pîtîe Salpetrîere ya ji Parîsê hebû. Lîsteya daxwazan tiştekî balkêş bû. 150 kîlo C4, 10 bombeyên destan, 2 ÛZI, 2 Baretta, RPG7’ek… Lîsteyek din jî hebû.Du peyam radestî Rûhî S. hatibû kirin û di yekê de îmzeya ‘Gurekî birîndar’ hebû.

MIRINA BI GUMAN

Piştî qetlîamê bi çar salan, malbatên her sê şoreşgerên jin, gelê Kurd û dostên wan li benda edaletê bûn. Omer Guney ê ku di 17’ê Çileya 2013’an de hatibû destgîrkirin, di 17’ê Kanûna 2016’an de di 34 saliya xwe de bi awayekî bi guman mir. Ji mehekê hindiktir dem mabû ku doz were destpêkirin. Divê doz di meha Kanûnê de bihata destpêkirin lê ji ber sedemên nehatin eşkerekirin doz hate taloqkirin. Wê rûniştian dozê di 23’ê Çileya 2017’an de dest pê bikira. Divê rûniştin heta 24’ê Sibatê li Dadgeha Cezayê Taybet a Parîsê bihata kirin. Bi mirina Omer Guney re doz hate girtin.

MIKURHATINÊN ENDAMÊN MÎTÊ

Di nava demê de belge derketin holê û eşkere bû ku serwîsa îstîxbaratê ya Tirk ev cînayet organîze kiriye. Di îddîanameyê de bi awayekî eşkere qala rola MÎT’ê hate kiri lê dihate diyarkirin ku nehatiye zelalkirin bi awayekî hîyerarşîk ferman ji herî jor hatiye yan na. Dewleta Tirk bi tu awayî piştgirî neda lêpirsînê, bersiv neda hemû daxwazan.

Malbata di serê sala 2017’and e xwestin bila lêpirsîn were domadin û giliyê sûc li Dozgeriya Parîsê kirin. Di 12’ê Adara 2018’an de dîsa giliyê sûc hate kirin. Malbatan xwestin ku bila dozgerekî din lêpirsînê bi rê ve bibe. Hin belgeyên din li lêpirsînê hate zêdekirin ku ev sûîkast ji aliyê îstîxbarata Tirkan hatiye kirin.

ANF’ê di 10’ê Çileya 20187’an de mikurhatinên du berpirsên MÎT’ê weşand. Erhan Pekçetîn ê berpirsê operasyonên derveyî welat û berpirsê xebatkaran Aydin Gunel di 4’ê Tebaxa 2017’an de li Başûrê Kurdistanê dema ku li dijî rêveberên PKK’ê planên sûîkastê kiribûn, hatibûn girtin. Gunel û Pekçetîn diyar dikirin ku wê fermana sûîkastê ya MÎT’ê û qeyda deng a plansaziya li ser cînayetê rast e. Di 14’ê Çileya 2014’an de belgeyeke nepen derket holê. Di belgeyê de îmzeyên rayedarên MÎT’ê hebû. Bi van mikurhatina re navên rast ên rayedarên MÎT’ê û peywira wan zelal bû.

Ûgûr Kaan Ayik: Dema ku mikurhatin hatibû kirin, serokê xebatên taybet bû. Li gorî mikurhatinên Gunel dema ku ev înfaz hatiye kirin, Serokê Daîreya Xebatên Cudaxwaziyê ya Etnîk a Derveyî Welat bû.

Ogûz Yuret: Di sala 2018’an de serokê daîreya herêma Wanê bû. Di sala 2013’an de jî midûrê şaxa berpirsyar a ji operasyonan bû.

Sabahattîn Asal: Di sala 2018’an de Alîkarê Musteşarê Îstîxbarata Stratejîk bû. Di sala 2013’an de Alîkarê Serokê Xebatên Cudaxwaziyê ya Etnîk bû.

Ayhan Orhan: Endamê şaxa operasyonê.

DI HEYETA DEWLETÊ DE BÛ

Îtîrafkarên di destê PKK’ê de diyar dikirin ku Sabahattîn Asal ev plan kiriye. Dema ku di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewletê de hevdîtin dihate kirin, ev kes jî di heyetê de bû. Yek ji alîkarê sereke yê şefê MÎT’ê Hakan Fîdan bû.

Erhan Pekçetîn diyar dikir ku ew kesên di qeyda deng a di 12’ê Çileya 2014’an de nas dike û diyar dikir ku ev hevdîtin li oteleke li Enqereyê hatiye kirin, bilêta balefirê ya Omer Guney jî ji acenteyeke girêdayî MÎT’ê hatiye kirîn. Li gorî Pekçetîn cînayeteke wisa hesas, bêyî pesendkirina Erdogan pêk nehatiye. Hîyerarşiya belgeya arzê wisa diyar dikir, “Divê nîşeya arzê heta musteşar biçe. Musteşar ji serokkomar dipirse, li gorî min ew bi tena serê xwe nikare biryarê bide. Ji ber ku ev mesele dibe ku di warê navneteweyî de astengiyan çêbike. Ev her sê kes piştre bi lez terfî kirin.” Ango Oguz Yuret, Ûgûr Kaan Ayik û Ayhan Orhan.

SÛÎKASTVANÊN LI BELÇÎKAYÊ HATIN ZEFTKIRIN

Dozgeriya Parîsê di Gulana 2019’an de biryar da ku lêpirsînê dîsa bide destpêkirin. Ji bo vî tiştî dozgerek ji lêpirsîna hevkarên sûc ên Omer Guney hate peywirdarkirin. Rayedarên Fransayê li xwe mikur hat ku ji bo dîtina sûcdaran her tişt nehatiye kirin. Rayedarên Elmanya û Belçîkayê jî agahiyên nû pêşkêşî vê lêpirsînê kirin. Malbat û parêzeran bal dikişandin ser vî tiştî ku têkildarî qetlîama Parîsê li Ewropayê toreke berfireh heye. Di Hezîrana 2017’an de polîsên Belçîkatê sê kesên bi guman li gorî agahiyên rêxistinên Kurdan dan sekinandin. Vê bûyerê tevkariyeke mezin li destpêkirina lêpirsîna li Parîsê dikir. Her sê kesên di vê wesayîtê ji bo sûîkasta li dijî Hevserokê KONGA-Gel’ê Remzî Kartal hatibûn peywirdarkirin. Yek ji gumanbaran leşkerekî kevn ê dewleta Tirk bû. Yê din jî karta polîstiyê ya Tirkan nîşand dabû. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên nêzî lêpirsînê hatibû wergirtin, ev her du kes piştî 16’ê Hezîranê tevî çar kesên Tirk li Parîsê mane. Yek ji van kesan jî nîşangir bûye. Li gorî çavkaniyên Kurdan jî gumana polîsên Belçîkayê ev e ku dîplomatekî Tirk ê di asta bilind de, van xebatan koordîne dike. Rayedarên Belçîkayê lêpirsînek dan destpêkirin lê li ser dosyeyê biryara nepeniyê heye.

Kurd di serê sala 2021’an de jî lêgerîna edaletê didomînin. Hê hemû parçeyên vê qetlîamê nehatine ba hev. Li gelek welatên Ewropayê derbarê vê qetlîama Parîsê gelek têkilî hene. Vê lêpirsîna nû hatiye destpêkirin, armanca wê ev tor e. Rayedaran heta niha daxuyanî nedane bê ka di lêpirsînê de pêşketin heye yan na.