SKB Fransa: 9'ê Çile li Parîsê em komî ser hev bibin

Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Fransayê (SKB) ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez ku beriya bi 8 salan 9'ê Çile li Parîsê hatin qetilkirin bana meşa li Parîsê kir.

SKB'ê ji bo salvegera komkujiya Parîsê ya 9'ê Çile ya li Parîsê ku sê jinên şoreşger û siyasetmedar ên Kurd hatibûn qetilkirin daxuyaniyeke niviskî da û got, bi bazarên genî yên rejîma Tirk û dewleta Fransayê sê jinên şoreşger hatine qetilkirin

Bi berdewamî hate gotin ew ê di salvegera 8'an a komkujiya Parîsê de ji bo berpirsên rastîn ên komkujiyên werin aşkerekirin û dadmendî bi cih were, li Ewropayê ji bo ku careke dî komkujiyên siyasî nebin û li dijî êrîşên komkuj û paşverû ên dîktatoriya 'Qesr'ê bibêjin, ''na'' bang li hemû penaberên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên Fransayê kir ku 9'ê Çile li Parîsê komî ser hev bibin.