Jinên ji KESK'ê: Têkoşîn wê li her cihî mezin bibe

Meclîsa Jinan a Amedê ya KESK'ê bal kişand ser êrişên desthilatdariyê yên li dijî jinan û destnîşan kir ku wê têkoşînê li her cihî mezin bikin.

Meclîsa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Amedê, li dijî zextên li ser kedkarên jin li parka Xezal a li semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta "Wê jinên KESK’î serî netewînin" hat vekirin. Daxuyaniya ku hatibû amadekirin ji aliyê Berdevka Demê ya Meclisa Jinê ya KESK’ê ya Amedê Ezgî Çelîk hat xwendin.

Ezgî Çelîk diyar kir ku desthilat bi hemû hêza êriş dibe ser jinan û wiha got: "Zext, binçavkirin, ji kar derxistin û girtin li her dera Tirkiyeyê zêde bûne lê li herêmê derketine asta herî jor. Herî dawî jî hevala me ya Sekretera Habersenê bi awayekî kêfî ji kar derxistin. Di heman demê de ji bo mulakata devkî bangî jinên xebatkarên şaredariyan ku 11 sal in dixebitin kirine. Bi van pêkanînan hewl tê dayîn ku jinên ku têkoşîna xwe bilind kirine bên tirsandin."

Di dawiya axaftina xwe de Çelîk destnîşan kir ku tundiya li hemberî jinan polîtîk e, tu carî natirsin, ji desthilatê re serê daneynin û wê li mal, kar, kuçe, girtîgeh, dibistan û li her derê têkoşîna xwe mezin bikin.