HILBIJARTINÊN XWECIHÎ 2024
Hemû Nûçe
-
Li Xelfetiyê hilbijartin wê jinûve were kirin
Li navçeya Xelfetî ya Rihayê li ser îtîraza AKP’ê biryar hat dayîn ku hilbijartinên şaredariyê jinûve bên kirin. -
Li Qersê ji 'hilbijêrên veguhestî' re nerazîbûn hate nîşandan
Li Qersê partiyên siyasî têkildarî encamên hilbijartinê daxuyaniyeke hevpar dan ku hikûmetê li Qersê bi hilbijêrên veguhestî midaxeleyî encamê kir. Her wiha di daxuyaniyê de bal kişandin ser têkoşîna Wanê. -
DEM Partiyê li Hezro û Stewrê îtîraz kir
DEM Partiyê li Hezro û Stewrê ku hilbijêr lê hatin veguheztin, îtîrazê encamên hilbijartinê kir. -
DEM Partiyê X-ray û têlên direhî ji ber şaredariyê rakir
Li navçeya Wêranşar a Rihayê, hevşaredarên DEM Partiyê cîhaza X-ray û têlên li pêşiya şaredariyê rakirin û gotin, "Şaredarî mala gel e." -
Hevşaredarên Wanê mazbataya xwe wergirtin, berxwedan silav kirin
Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan mazbatayên xwe wergirtin û spasiya gelên berxwedêr kirin. -
Serketina gel li Amedê bi coş hat pîrozkirin
Gelê Amedê yên ji bo pîrozbahiya serketina xwe ya di hilbijartinên xwecihî de li ber avahiya DEM Partiyê ya Amedê hatin ba hev, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. -
Hevşaredar bi gel re şaredariyên xwe digrin
Hevşaredarên DEM Partiyê ku mazbatayên xwe wergirtin, tevî bi sedan kesî çûn şaredariyên ku qeyûman deriyan wan li gel girtibû. -
Gulistan Sonuk bi hezaran kesî re çû Şaredariya Êlihê
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk a DEM Partiyî ku di hilbijartinê de bi rêjeyeke bilind hat hilbijartin tevî bi hezaran kes derbasî şaredariyê bû û wiha got: “Me îro bi saya berxwedana gel şaredariya xwe bi dest xist.” -
Li bajarokê Perî yê Dersime wê hilbijartin jinûve bê kirin
Li bajarokê Perî yê Dersimê, ji ber îtiraza AKP'ê biryar hate dayin ku hilbijartin jinûve bê kirin. -
Ji Abdullah Zeydan peyama spasiyê. Êdî dema xizmetê ye
Piştî berxwedana dîrokî ya du rojan a li Wanê, Abdullah Zeydan ê ji DEM Partiyê mazbataya xwe wergirt û peyameke spasiyê weşand. Abdullah Zeydan got, "Êdî dema xizmetê ye." -
AKP'yî yê li Depê rabû û çû
Hevşaredarên Depê yên DEM Partiyê mazbatayên xwe wergirtin û çûn şaredariyê. Şaredarê AKP'ê bi bêdengî ji nişka ve ji şaredariyê çû. -
'Kes nikare pêşî li îradeya vî gelî bigire'
Parlamenterê Şirnexê yê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez hewldana desteserkirina şaredariya Wanê nirxand û got, "Kes nikare pêşî li îradeya vî gelî bigire. Me ev yek li Wanê careke din dît." -
Wan bi berxwedanê bi ser ket: Em ê kolanên xwe ji çopê qeyûman paqij bikin
Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ji qada berxwedanê ya Wanê axivî û got: "Êdî kes nikare vîna we xesp bike." Neslîhan Şedal jî got: "Me pir li ber xwe da û em ê sibê kuçeyên xwe ji çopên qeyûm paqij bikin." -
Berxwedana Wanê li gelek bajaran hat pîrozkirin
Li Amed, Îdîr, navçeyên Kartal û Esenyûrtê yên Stenbolê berxwedana dîrokî ya Wanê hat pîrozkirin. -
Berxwedana Wanê li Ewropayê hat silavkirin: Berxwedan jiyan e!
Polîtîkayên ku vîna gelên Wan, Curnê Reş û Şirnexê yên ji aliyê namzetên DEM Partiyê hatibûn qezenckirin tinedihesibînin li gelek bajarên Ewropayê hatin şermezarkirin. Berxwedana Wan ya ku bi ser ket, hat silavkirin. -
Berxwedana dîrokî tê pîrozkirin
Piştî biryara YSK’yê ya îadekirina mazbataya Abdullah Zeydan, li Wanê bi beşdariya 100 hezaran pîrozbahiyên berxwedanê dest pê kir. -
Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê berxwedana dîrokî silav kir
Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê bi daxuyanik nivîskî berxwedana gel a dîrokî silav kir û got: “Em cejna berxwedanê ya mezin a ku wê di dîroka têkoşîna li dijî faşîzmê de êdî weke Şoreşa Wanê bê naskirin, silav dikin û pîroz dikin.” -
‘Berxwedana gelê Wanê serdema qeyûman têk bir’
Piştî YSK’yê ragihand ku dê mazbata bide Abdullah Zeydan; siyasetmedar, nûnerên STK’yan û hiqûqnas gotin bi berxwedana ku gelê Wanê nîşan da serdema qeyûman têk çûye. -
Li Wanê 1, li Stenbolê 2 rojnamevan hatin binçavkirin
Nûçegihanê MA’yê Ferhat Sezgîn û nûçegihanê Rojnameya Yenî Yaşamê Sema Korkmaz û li Wanê rojnamevan Medîne Mamdeoglû hatin binçavkirin. -
Berxwedana gel bi ser ket: YSK'ê mazbatayê îadeyî Abdullah Zeydan kir
Berxwedana gelê Kurd a li Kurdistan û Tirkiyeyê encam girt. YSK'ê mazbatayê îadeyî Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan kir. -
Kesên navneteweyî bertek nîşanî derbeya li Wanê dan
Bertek navneteweyî yên li hemberî darbeya desthilata AKP-MHP'ê ya li Wanê didomin. -
DIDF: Kesên hatine hilbijartin ji peywîrê nayên girtin, vîna gel nayê xespkirin!
Desteya Rêveber a DIDF'ê desteserkirina vîna gel a li Wanê şermezar kir û got, "Em bang li kedkarên Tirk ên li Elmanyayê ne dikin ku xwedî li mafên xwe yên demokratîk derkevin û li dijî rejîma mêtinger a desthilatdariya Elman helwestê nîşan bidin." -
Polîsan êrîşî parêzerên baroya Wanê kirin: 8 kes hatin binçavkirin
Polîsên Tirk êrîşî parêzerên Baroya Wanê yên ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûm li Wanê meş li dar xistin kirin û 6 parêzer binçav kirin. -
Li ser îtîraza AKP’ê wê li Serêkaniyê dengên hatibûn betalkirin jinûve bên hejmartin
Li Serêkaniya ku DEM Partiyê bi ferqa hezar û 386 dengan qezenc kir, li ser îtîraza AKP’ê biryar hate dayîn ku dengên ji 18 sindoqan derketibûn û hatibûn betalkirin jinûve bên hejmartin. -
Hevşaredarên mazbatayên xwe wergirtin, berxwedana xelkê Wanê silav kirin
Hevşaredarên DEM Partiyê yên gelek bajar û navçeyan mazbatayên xwe wergirtin. Hevşaredaran berxwedana xelkê Wanê silav kir.